Li ser rêya kurxalê xwe hat oxirkirin

Şehîd Herdem Çiya ku navê kurxalê xwe yê li Dêrazorê şehîd bibû rakiribû û li heman cihî şehîd bibû, ber bi bêdawîbûnê ve hat oxirkirin.

 Li ser rêya kurxalê xwe hat oxirkirin
 Li ser rêya kurxalê xwe hat oxirkirin
 Li ser rêya kurxalê xwe hat oxirkirin
 Li ser rêya kurxalê xwe hat oxirkirin
 Li ser rêya kurxalê xwe hat oxirkirin
 Li ser rêya kurxalê xwe hat oxirkirin
 Li ser rêya kurxalê xwe hat oxirkirin
 Li ser rêya kurxalê xwe hat oxirkirin
 Li ser rêya kurxalê xwe hat oxirkirin
8 mijdar, 2023   12:42
QAMIŞLO

Şervanê Hêzên Komandos Herdem Çiya (Elî Zoro) ku 26`ê Cotmehê li Dêrazorê di encama êrişên çeteyên girêdayî hêzên hikumeta Şamê de şehîd bibû, li Pakrewangeha Delîl Saroxan a li bajarê Qamişlo bi merasîmekê hat oxirkirin.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Ebdulkerîm Ebdulrehman axivî. Ebdulrehman diyar kir ku ji tecrubeya wan a berxwedanê tê isbatkirin ku ew miletekî azadîxwaz in, ti carî ji serî natewînin û wiha dewam kir: “Ji lew re gel bûye hedefa dewletên dagirker. Ji dema ku Rêber Ocalan gotiye `Kurdistan mêtingeh e` ve gel bi îradeya xwe xeta şehîdan dişopîne. Em jî heta dawiyê ji dû xeta xwe venagerin.”

Endamê Kongra Îslama Demokratîk Şêx Omer Elhemîd jî axaftinek kir. Şêx Omer Elhemîd ji gel, malbatên şehîdan û bi taybet ji dayikên şehîdan re sersaxî xwest û bal kişand ser fedakariyên şehîdan di oxira parastina gel û xaka xwe de nîşan dane.

Li ser navê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) jî ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişlo Mihemed Zêdan axivî û bal kişand ser girîngiya Şoreşa 19`ê Tîrmehê û êrişên dijî wê. Zêdan û diyar kir ku ji ber serkeftina vê şoreşê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û komên çekdar ên ser bi hikumeta Şamê ve hewl didin şaneyên DAIŞ`ê li herêmê bi tevger bikin û ev soz da: “Em ê jî heta avakirina civakeke demokratîk û jiyaneke azad li ser xeta şehîdên xwe bin.”

Piştre hevjîna xalê Şehîd Herdem Çiya û dayika 3 şehîdan Zeyneb Murad axivî. Zeynebê destnîşan kir ku şehîd Herdem navê kurê wê şehîdê YPG`ê Herdem Çiya (Geylan Îbrahîm) ku sala 2018`an di êrişa şaneyên veşartî de li Dêrazorê şehîd bibû, rakiribû û li ser xeta wî têdikoşiya.

Piştî axaftin bi dawî bûn, wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin.

Cenazeyê şehîd Herdem Çiya ku li ser milan hat rakirin, di nava dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re li pakrewangehê hat veşartin.

(sb/c)

ANHA