Di êrişa DAIŞ`ê de 34 leşkerên Şamê hatin kuştin

Di êrişa çeteyên DAIŞ`ê de li çolistana Resafê hejmareke mezin a hêzên Şamê hatin kuştin û birîndarkirin.

Di êrişa DAIŞ`ê de 34 leşkerên Şamê hatin kuştin
8 mijdar, 2023   13:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SORH), çeteyên DAIŞ`ê LI çolistana Resafê ya li sêgoşeya Reqa-Hums-Dêrazorê bi çekên sivik êrişî hêzên hikumeta Şamê kir.

Di êrişê de 34 leşkerên Şamê hatin kuştin û hejmareke mezin jî birîndra bû. Ji ber ku rewşa hin birîndaran giran e, dibe ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe.

Li aliyê din balafirên şer ên Rûsyayê jî çolistana Resafê ku çete lê bi cih dibin, êriş pêk anîn. Agahî hene ku ji çeteyên DAIŞ`ê kuştî çêbûne.

(c)