Guterres: Dê artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn li Cinêvê bicivin

Sekreterê Giştî yê NYˊyê diyar kir ku di çarçoveya hewlên navneteweyî yên berdewam ên çareserî û bidawîkirina şerê ji 2 salan de, dê artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn li Cinêvê bicivin.

Guterres: Dê artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn li Cinêvê bicivin
11 kanûn, 2025   20:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres di hevdîtînekê li gel kanala El Erebiyê li Riyadê de îro ragihand ku aliyên dijber ên Sûdanê; artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn dê li Cinêvê bicivin, lê dema civînê diyar nekir.

Guterres diyar kir ku "Em ê bi her du aliyan re li Cinêvê civînan li dar bixin".

(fr)