Ukrayna plana aştiyê ya ji 20 xalan pêşkêşî Washingtonê kir

Medyaya Amerîkayê aşkera kir ku Ukrayna plana vekirî ya aştiyê ya ji 20 xalan pêk tê ku bi tevkarên Ewropî re hatiye danîn, pêşkêşî Washingtonê kir.

Ukrayna plana aştiyê ya ji 20 xalan pêşkêşî Washingtonê kir
11 kanûn, 2025   19:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Kanala ABC NEWS a Amerîkayê daxuyand ku Ukrayna kaxizek nû ji plana aştiyê ya ji 20 xalan pêk tê, ku bi tevkarên xwe yên Ewropî re daniye, pêşkêş Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) kir.

Kanalê ku agahiyên xwe dispêre berpirsekî Ukraynayê da zanîn ku di planê de "hin fikreyên nû " yên girêdayî xak û kontrola santrala nukleerî ya Zaporizhzhia de hene.

Piştî Washingtonê planek ji 28 xalan di Mijdarê de pêşkêş kir hewlên der barê dan û standinên rawestandian şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de zêde bûn. Keîvê û tevkarên wê yên Ewropî mixabîniya xwe ji belgenameyê anîn ziman û hewl da biguherin.

Girêdayî mijarê, serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kiribû ku plana esasî ji bo berçavgirtina helwestên Moskov û Keîvê hat çêkirin, tenê hin dozên binakok mane.

Di 8ˊê Kanûnê de, Volodymyr Zelensky soz dabû ku kopyekê ji plana aştiyê ya ji 20 xalan ku bi serekên Ewropî re daniye ji DYAˊyê re pêşkêş bike.

(fr)