Zelensky: Washingtonê avakirina herêma bêçek pêşniyar kir

Serokê Ukraynayê diyar kir ku DYAˊyê avakirina herêmeke bêçek li rojhilatê Ukraynayê, bi navê "herêma aboriya serbest" pêşniyar kir.

Zelensky: Washingtonê avakirina herêma bêçek pêşniyar kir
11 kanûn, 2025   22:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ragihand ku weke beşek ji plana rawestandina şer Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) zextê dike ku "herêma aboriya serbest" ya bêçek di navbera hêzên Rûsya û Ukraynayê de li rojhilatê Ukraynayê ava bike.

Zelensky da zanîn ku "Hêzên Ukraynayê ji deverên herêma Donetsk derdikevin, divê li gorî çareseriya pêşbînkirî jî hêzên Rûsyayê nekevin wan deverên ku ji niha navê ˋherêma aboriya serbestˊ lê kirine."

Zelensky da zanîn ku "Ji Rûsyayê nehat xwestin ku ji herêma Donetsk an jî nuqteyên li Kherson û Zaporizhzhia yên li başûr vekişe, lê dê Ukrayna hêzên xwe ji herêmên Kharkiv, Dnipropetrovsk û Sumy vekişîne."

(fr)