Gurbûna şerê Rûsiya û Ukranyayê rê li ber hewldanên diplomatîk digire

Çavkaniyên Ukraynayê ragihand ku di encama êrişên asîmanî yên Rûsyayê de sivîl birîndar bûne û zirarên leşkerî çêbûne. Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy bang li Ewropayê kir ku qada welatê wî ya asîmanî xurt bike.

Gurbûna şerê Rûsiya û Ukranyayê rê li ber hewldanên diplomatîk digire
21 îlon, 2025   15:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên Ukraynayê îro ragihand ku hêzên Rûsyayê di 24 demjimêrên dawîn de zêdetirî 500 êrişên asîmanî li herêma Zaporizhia kirine, di encamê de 3 sivîl birîndar bûne û mal, erebe û avahî hatine rûxandin.

Li herêma Donetskê, hêzên Ukraynayê di rojekê de hezar û 977 êrişên asîmanî yên Rûsyayê li ser xetên pêşîn û deverên sivîlan, tomar kirine. Di encam de kesek hat kuştin û 5 kesên din birîndar bûn.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku 2 balamayên bêmirov ên Ukraynayê li bakurê rojavayê Deryaya Reş hatine rûxandin û di 24 demjimêrên borî de 65 dron hatine xistin.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky bang li welatên Ewropî kir ku qada asîmanî ya Ukraynayê xurt bikin, û diyar kir ku ew ê hefteya bê li New Yorkê bi serokê Amerîkayê Donald Trump re hevdîtinekê bike.

(k)