Li Laziqiyeyê bûyera trajedîk

Li bajarê Laziqiyeyê, jinek bi amûrekî tûj bi destê dizekî hate kuştin û hevjînê wê bi giranî birîndar bû.

Li Laziqiyeyê bûyera trajedîk
21 îlon, 2025   16:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêma Meşrû Yasîn (Projeya Yasîn) a bajarê Laziqiyeyê, bûyereke trajedîk rû da. Jinek ji aliyê dizekî ve bi amûrekî tûj hate kuştin û hevjînê birîndar bû. 

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku diz dema hewl dida bireve ji ser avahiyeke bilind a nêzî mala ku didizî, ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.

SOHR`ê aşkera kir ku jina hatî kuştin, ji herêma Çiyayê El Ekrad ê Laziqiyeyê ye. Hevjînê wê jî li nexweşxaneyê tê dermankirin.

SOHR`ê da zanîn ku ji destpêka 2025`an ve, bûyerên kuştinê zêde bûne, heta niha 286 bûyerên kuştinê û êrişên çekdarî li bajarên cuda yên Sûriyeyê pêk hatine. Di encamê de 320 kes hatiye kuştin. Jê 46 jin û 25 zarok in.

(şx)