KNK: Em bang li civaka navneteweyî û hemî hêzên peywendîdar dikin

KNK’ê bi daxuyaniyek nivîskî komkujiya Hikumeta Şamê ya li Dêr Hafirê bi tûndî şermezar kir û hate got: “Em bang li civaka navneteweyî û hemî hêzên peywendîdar dikin ku li seranserê Surîyê dijê kumkujî û sucên şer derkevin.”

KNK: Em bang li civaka navneteweyî û hemî hêzên peywendîdar dikin
21 îlon, 2025   15:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Rêveber ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyekê komkujiya hikumeta demkî ya Şamê ya li Dêr Hafirê şermezar kir.

Daxuyanî wiha ye:

Çeteyên girêdayî Hikumeta Şamê ku desteka xwe ji dewleta Tirk jî digrin, eve demeke li rojhilata Helebê êrişê Dêr Hafir û derdera wê dikin. Li gel rewşa şer rawestinê û li gel hemî hişyariyan jî, van êrişên xwe berdewam dikin. Di êrişên xwe de gund, bajar û gelê herêmê hedef digrin. Herî dawî jî duh saet derdora 19.00’an komên çete, sûcek din li dijî şêniyên wê deverê kirin. Komên çete yên girêdayî hikumeta Şamê li gundê Um Tîna yê Dêr Hafirê yê gundewarê rojhilatê Helebê, bi dronan, piştre jî bi obîsan rasterast malên sivîlan kirin armanc. Di encamê de jin û zarok jî di nav de 7 sivîl şehîd bûn û 4 jî birîndar bûn. Ev sûc ji rêze komkujî û binpêkirinên sîstematîk yên ku çete li Surîyê pêktînin, yek ji wane.

Armanca vê êrişê şkênandina îradeya gele, belavkirina tirsê di nava sivîlan de ye. Em vê komkujiya hovane bi tundî şermezar dikin. Di heman demê de em bang li civaka navneteweyî û hemî hêzên peywendîdar dikin ku li seranserê Surîyê dijê kumkujî û sucên şer derkevin û hewldanên jibo avakirina Surîyeke demokratîk destek bikin.

Em ji malbatên şehîdên vê komkujiyê re sersaxîyê û ji birîndaran re şîfaya lezgîn dixwazin.”

Hêjayî gotinê ye duh di encama êrişa çekdarên Hikumeta demkî a Şamê ya li dijî gundê Um Tîna yê bajarokê Dêr Hafir ê rojhilatê Helebê de komkujiyek pêk hat.

QSD`ê aşkera kir ku çekdaran bi balafirên bêmirov ber êvarê rasterast malên sivîlan bombebaran kirin û di encamê de 7 sivîl şehîd bûn û 4 din jî birîndar bûn.