Gurbûna aloziya Amerîka-Çînê û dan û standinên Xezayê mijarên rojnameyên erebî bûn

Nakokiyên stratejîk ên der barê bazirganî û teknolojiyê de û arîşeya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amarîkayê û Çînê de zêde dibin. Dan û standinên di navbera Îsraîl û Hamasê de jî bi helwest û daxuyaniyên nakok dewam dikin.

Gurbûna aloziya Amerîka-Çînê û dan û standinên Xezayê mijarên rojnameyên erebî bûn
29 tîrmeh, 2025   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro bal kişand ser aloziyên Amerîka û Çînê û pirsgirêka Filistînê, bi taybet dan û standinên agirbestê yên li Xezayê.

‘AMERÎKA Û ÇÎN: "NAKOKIYEKE STRATEJÎK" DI NAVBERA HER DU HÊZAN DE’

Rojnameya El Şerq El Ewsat der barê aloziyên di navbera Washington û Pekînê yên salên dawî de nivîsî, bi taybet dema serokatiya serokê Amerîkayê Donald Trump de. Rojnameyê bal kişand ser şerê bazirganiyê û nakokiya teknolojîk a di navbera her du hêzan de û bandorên wan ên li ser siberoja sîstema navneteweyî.

Rojnameyê behsa hebûna du helwestan kir; Amerîka dixwaze "lihevhatin û hevkarî" bi Çînê re çêbe û ew tev li sîstema cîhanê bibe û ya din jî Çînê wek gefek stratejîk dibîne.

Li gorî rojnameyê rêveberiya Trump biryar daye ku vebijêrka duyemîn hilbijêre.

‘FRANSA BER BI NASKIRINA DEWLETA FILISTÎNÊ VE DIÇE’

Rojnameya El Ereb bal kişand ser pêngava Fransayê ya ji bo naskirina dewleteke Filistînê û ew helwest wek guhertineke siyasî ya berbiçav bi nav kir. Armanca Fransayê hevsengiyê li Rojhilata Navîn li hember hegemonyaya Îsraîlê û destwerdana Îranê pêk bîne.

Rojnameyê diyar kir ku naskirina dewletên ewropî, li gel piştgiriya Siûdiyê, hêzeke dîplomatîk dide doza Filistînê û derfetekê dide ku rewatiya wê ya navneteweyî xurt bibe.

‘XEZA: DAN Û STANDINÊN HERÎ ALOZ’

Der barê mijara Filistînê de, rojnameya Îmaratê El Bayan dan û standinên berdewam ên li ser Xezayê wek dan û standinên herî aloz ên cîhanê bi nav kirin û bal kişand ser daxuyaniyên nakok ên aliyên têkildar de. Di rojekê de, helwestên nakok ji aliyê rayedarên Îsraîlê û Amerîkayê û her wiha navbeynkarên mîna Qeter û Misirê ve hatin dayîn. Hemasê jî dan û standinan wek bêwate bi nav kir, ji ber berdewamkirina operasyonên leşkerî yên Îsraîlê.

Li gorî rojnameyê "lihevkirinek" li ser maseyê tune ye, ji ber ku her alî bêyî ku tawîzan bide, ji daxwazên xwe nayê xwar.

(k)