Di lehiyên li Pekînê de 30 kes mirin

Ji ber barana gur li Pekînê lehî rabûn û di encamê de herî kêm 30 kesî jiyana xwe ji dest da û 80 hezar kes hatin tehliyekirin.

Di lehiyên li Pekînê de 30 kes mirin
29 tîrmeh, 2025   10:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Xinhua ya Çînê, şeva duşemê piştî barana gur lehî li paytexta Çînê Pekînê rabû û zêdetirî 30 kesî jiyana xwe ji dest da, her wiha 80 hezar kes ji malên wan ên li Pekînê hatin derxistin.

Rojnameya Beijing Daily li ser hesabê xwe yê WeChatê diyar kir ku heta niha 80 hezar kes ji paytextê hatin derxistin.

(fr)