Di bombebarana li Lubnanê de kesek mir

Artêşa Îsraîlê 2 caran êrişî bajarê Bin Cibêl ê Lubnanê kir û di encamê de kesek hat kuştin, 4 kes birîndar bûn.

Di bombebarana li Lubnanê de kesek mir
29 tîrmeh, 2025   10:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Rewşên Awarte ya Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku artêşa Îsraîlê bi balafireke bêmirov a biçek 2 caran li bajarê Bin Cibêl ê li başûrê Lubnanê daye, di encamê de kesek hatiye kuştin û 4 kes jî birîndar bûne. Li gorî navendê êriş li dijî motorsîklêtekê hate kirin.

Êvara 27’ê Tîrmehê jî berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee ragihandibû ku 2 endamên Hêza Ridwan a Hizbullahê roja Şemiyê ya borî li bajarokê Debîal ê başûrê Lubnanê hatine hedefkirin.

Adraee bi daxuyaniyekê ku li ser hesabê xwe yê X’ê weşandibû û gotibû: "Balafireke hêzên hewayî berpirsê operasyonan ê Tabûra Hêzên El Ridwan Mihemed Heyder Ebûd û endamekî din ê heman hêzê kuştin."

Li gorî rojnameya El Nehar, ji 27’ê Mijdara 2024’an ve anku dema ragihandina agirbesta Îsraîl û Lubnanê heya sibeha 27’ê Tîrmehê, Îsraîlê 4 hezar û 151 binpêkirinên agirbestê kirine.

Li gorî daneyan, ji destpêka şer ve di encama êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de 228 kes hatine kuştin û 496 kes jî birîndar bûne.

(bb)