Bi dehan tankên Îsraîlê ketin Şerîda Xezeyê

Artêşa Îsraîlê bi dehan tank, wesayitên ji yekîneyên leşkerî û bûldozeran ketin başûrê Şerîda Xezeyê û nêzî bajarokê Xan Yûnûsê.

Bi dehan tankên Îsraîlê ketin Şerîda Xezeyê
4 kanûn 2023   14:37
NAVENDA NÛÇEYAN 

Şerê di navbera xeza  û Îsraîlê de ji 7’ê Cotmehê ve didome. Artêşa Îsraîlê di 59 rojan de zêdetirî 10 hezar êrîş pêk anî û di 27ê Cotmehê de dest bi operasyona bejahî kir.

Îsraîlê piştî ku ragihand ku wê operasyonên bejahî berfireh bike, êrîşên li başûrê Şerîda Xezeyê di nava çend rojan de li herêma Xan Yûnûsê zêde bûn.

Li gorî nûçeya AFP'ê ku agahiyên xwe dispêre şahidên bûyerê, wesayitên leşkerî yên Îsraîlê roja Duşemê bi 'du kîlometreyan' ketine nava gundê El Karara yê li bakurrojhilatê Xan Yûnûsê.

Li gorî şahidên bûyerê bi dehan tank, wesayit û bûldozer ketin nava Şerîda Xezeyê.