Gundê Hespistê di bin dorpêçê de ye

Artêşa Tirk a dagirker ji doh danê nîvro li derdora gundê Hespistê yê navçeya Hezexê ya Şirnexê a bakurê Kurdistanê dest bi serdegirtina malan kir di malekê de kesekî bi navê Nûsrettîn Kaya hate binçavkirin.

Gundê Hespistê di bin dorpêçê de ye
22 kanûn, 2023   13:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Leşkerên dewleta Tirk ya dagirker derdûrê gund Hespîstê pêçane û nahêlin kes ji gund derkevin an jî bikevin nava gund. Ji ber vê yekê jî gundî li pêşiya gund hatine rawestandin û nikarin biçin malên xwe. Di serdegirtinê de li hin malan lêgerîn hate kirin.

şevê din dengê çekan hate bihîstin û leşker careke din ketin nava gund. Leşker tevahiya şevê li ser dêr û malên li gund bi cih bûn û serê sibehê xwe ji gund vekişandin.

Gundê Atakentê ya li navçeya Hezexê serê sibehê di serdegirtina malekê de Nûsrettîn Kaya hate binçavkirin.