Xwepêşandarên Siweydayê kongreya MSD`ê pîroz kir

Xelkê Siweydayê bi girseyî li Qada Kerame bûn û careke din teqezî bi nenavendîbûna Sûriyeyê kir. Her wiha konreya 4`emîn a MSD`ê pîroz kirin.

Xwepêşandarên Siweydayê kongreya MSD`ê pîroz kir
22 kanûn, 2023   14:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwepêşandanên li Siweydayê li Qada Kerame ya bajêr didomin. 

Xelkê gund û bajarokên Siweydayê tev li xwepêşandanên îro bûn. Xwepêşandêr di roja 138`an a xwepêşandanan de, banga avakirina Sûriyeyeke nenavendî, hilweşandina rejîma Esad û hikumeta wî û pêkanîna biryara 2254’an kir.

Her wiha xwepêşandêran di çalakiya xwe ya îro de kongreya MSD’ê ya 4’emîn pîroz kir.

(şx)