Graham û helwesta wî ya li dijî êrişên li ser Kurdan

Senatorê Amerîkî Lindsey Graham di kongreya Amerîkayê de parastina gelê Kurd dikir û dixwest hesab ji berpirsên êrişên li ser Kurdên Sûriyeyê bê pirsîn.

Graham û helwesta wî ya li dijî êrişên li ser Kurdan
12 tîrmeh, 2026   11:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Senatorê Amerîkî Lindsey Graham (71) wefat kir. Graham di kongreya Amerîkayê de her tim parastina gelê Kurd dikir û digot destberdana ji Kurdan ziyanê dide baweriya li beramberî Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û hewldanên şerê li dijî DAIŞ`ê dixe xetereyê. 

Sala 2019`an dema ku Trump biryar da ku hêzên Amerîkayê ji herêmê bikşîne û dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê êrişî Serêkaniyê û Girê Spî kirin Graham got dev ji hevalbendên Washington (Kurdan) berdan.

Her wiha

29`ê Çileya îsal (2026) dema ku êrişên hikumeta demkî li dijî QSD‘ê dest pê kirin, Graham bi senatorê demokrat Richard Blumenthal re projeya `Qanûnê Parastina Kurdan` ragihandibû û xwest ku berpirsên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, saziyên darayî, kesên leşkerî û darayî yê destek dikin werin cezakirin. Her wiha bi projeya behsa mijarê gotin armanckirina QSD`ê dibe sedem ku xetereyê li ser aramiya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêbibe û DAIŞ‘ê dîsa vegere.

Graham di wê demê de li ser hesabê xwe yê X‘ê gotibû Kurd hevalbendên pê bawer ên DYA‘yê ne û hişyarî dabû ku hedefkirina Kurdan pozîsyona Washingtonê zeyîf dike û xetereyê li ser aramiya Sûriyeyê zêde dike.

Lindsey Graham her wiha gotibû, aliyên difikirin ku êrişên li ser Kurdên li Sûriyeyê dê bê hesabpirsîn derbas bibin, şaş in û bang kir berpirsên êrişî Kurdan kirine di aliyê siyasî û aborî de hesab ji wan were xwestin.

(np)