Li Reqayê di pevçûnekê de 2 kes hatin kuştin û 5 birîndar bûn

Di encamê pevçûneke çekdarî li gundê Ebû Şinînê yê bakurê Reqayê de 2 kesa hatin kuştin û 5 jî birîndar bû.

Li Reqayê di pevçûnekê de 2 kes hatin kuştin û 5 birîndar bûn
12 tîrmeh, 2026   11:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku di encama pevçûneke çekdarî de li gundê Ebû Şinîna yê bakurê Reqayê 2 kes hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

SOHR‘ê agahî dan ku pevçûn destpêkê ji ber nakokiyên madî di navbera du aliyan de derket, piştî bi çekan êrişî mala aliyekî hat kirin û pevçûn derket, di encamê de 2 kes hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.

Li gorî daneyên ji aliyê SOHR‘ê ve hate parvekirin, ji destpêka îsal (2026) ve 261 sûcên kuştin li Sûriyeyê hatine kirin. Di encama wan de 289 kes (230 mêr, 38 jin û 21 zarok) hatin kuştin.

(sb)