Graham hişyarî ji bo gefên li dijî Kurdan da

Careke din sînatorê Amerîkayê Lindsey Graham hişyarî der barê gefên li dijî Kurdan li Sûriyeyê de da û soz da ku ew ê qanûna ferzkirina cezayan li aliyên dijberî wan pêşkêş bike.

Graham hişyarî ji bo gefên li dijî Kurdan da
27 ÇILE, 2026   17:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Senatorê Amerîkayî Lindsey Graham got ew "bi fikareke mezin rewşa xerabûna li Sûriyeyê dişopîne" û hişyarî da ku "Kurd ji aliyê hikumeta nû ya Sûriyeyê ya bi Tirkiyeyê re hevalbend e di bin gefê de ne."

Graham li ser rûpela xwe ya Xˊê diyar kir ku "Terikandina Kurdan ku hevalbendê sereke ya têkbirina xîlafeta DAIŞˊê bûn, dê ji bo navûdengê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û berjewendiyên wê yên ewlehiya neteweyî keraset be."

Graham destnîşan kir ku ew ê vê hefteyê "qanûnek pêşkêş bike ku cezayên tund li ser hikumet an komek ku beşdarî kiryarên dijminane li dijî Kurdan dibe ferz bike". Graham da zanîn ku texmîn kir ku "Qanûna Rizgarkirina Kurdan dê piştgiriyek bihêz ji her du partiyan de hebe û divê bendên bibandor di nav xwe de bigire da ku bicîhanîna wê misoger bike."

(fr)