5 kamyonên Xaça Sor gihîştin Kobanê

5 kamyonên alîkariyan ên Xaça Sor ku ji derman, av û pêdiviyên paqijiyê pêk tê, gihîştin Kobanê. Dermanên nexweşên şekir, penceşêr û gurçikan nehatine şandin, tenê dermanên sivik hatine şandin.

5 kamyonên Xaça Sor gihîştin Kobanê
5 kamyonên Xaça Sor gihîştin Kobanê
5 kamyonên Xaça Sor gihîştin Kobanê
5 kamyonên Xaça Sor gihîştin Kobanê
5 kamyonên Xaça Sor gihîştin Kobanê
27 ÇILE, 2026   17:24
KOBANÊ

Rewşa mirovî û jiyanî ya li bajarê Kobanê, li kêlek êrişên çeteyan li dijî gundewarê wê zehmet e. 9 roj e Kobanê di her alî de di dorpêçê de ye, pêdiviyên bingehîn ên zarokan û jiyanê bi dawî dibin. 

Îro 5 kamyonên alîkariyên ên Xaç Sor ku ji derman, av û pêdiviyên paqijiyê pêk tên gihîştin Kobanê.

Girêdayî mijarê, Endamê Desteya Tenduristiyê ya bajarê Kobanê Fadil Çawîş der barê alîkariyên Xaça Sor şandiyê de axivî

Fadil Çawîş diyar kir ku dermanên hatine şandin têrê nakin, divê ev dorpêça li ser Kobanê demildest were rakirin.

Çawîş da zanîn ku ev derman têra nexweşên penceşêr, şekir û gurçikan û kesên ji ber êrişan birîndar bûne nake, lê ka hîna bajar di dorpêç de ye û êriş dewam dikin. Dermanên nexweşên giran nehatine, tenê dermanên sivik hatine şandin û têrê nakin jî.

(sş/fr)

ANHA