Li Til Birakê çalakiya stranbêjî û xwendina helbestan

Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Til Birakê bi armanca vejandina mîrasa gelêrî û folklora Kurdî û Erebî, çalakiyek û stranbêjî û xwendina helbestan li dar xist.

Li Til Birakê çalakiya stranbêjî û xwendina helbestan
Li Til Birakê çalakiya stranbêjî û xwendina helbestan
Li Til Birakê çalakiya stranbêjî û xwendina helbestan
Li Til Birakê çalakiya stranbêjî û xwendina helbestan
Li Til Birakê çalakiya stranbêjî û xwendina helbestan
Li Til Birakê çalakiya stranbêjî û xwendina helbestan
Li Til Birakê çalakiya stranbêjî û xwendina helbestan
26 gulan, 2025   23:42
HESEKÊ

Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Til Birak ê kantona Cizîrê, ji bo vejandina mîrasa û folklora herêmê ya Kurdî û Erebî çalakiya stranbêjî û xwendina helbestan organîze kir.

Çalakî li Navenda Çand û Hunerê ya bajêr, bi amadebûna dehan xelkê bajêr, endamên saziyên sivîl û nûnerên partiyên siaysî, hat organîzekirin.

Piştî deqeya rêzgirtinê, helbestvan, Mihemed Mezho û Hayil El Heloş helbestên xwe yên hezkirina welat û li ser têkoşîna jinan li gundewaran pêşkêş kirin.

Piştre hunermend Teleb El Nadir li amûra rebabe da û koma şehîd Şoreş stranên xwe li ber mûzîka tembûrê pêşkêş kirin.

Çalakî bi gerandina govendan bi dawî bû.

(mh/fr)

ANHA