Girtiyên Apoyî ji bo Rojava banga ‘serhildanê’ kir

Girtiyên Apoyî têkildarî êrişên li ser Rojava, daxuyanî dan û ev bang kirin: “Her kes li her derê divê tevlî serhildanan bibe, her kes taxa xwe bi rêxistin bike û rabe serhildanê.’’

Girtiyên Apoyî ji bo Rojava banga ‘serhildanê’ kir
22 ÇILE, 2026   18:10
NAVENDA NÛÇEYAN 

Girtiyên Apoyî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê têkildarî êrişên li ser Rojava daxuyanî da. Li ser navê girtiyan Denîz Kaya daxuyanî da û banga ‘serhildanê’ kir.

Di daxuyaniyê îşaret bi yekitiya Kurdan hate kirin û wiha hate gotin, “Ciwanên Başûr û Bakur xwe gihandin Rojava, ev yek nîşan dide ku yekitiya neteweyî ya Kurdan çêbûye. Divê em ruhê Kobanê ya 2014’an car din zindî bikin û her derê bikin qada berxwedanê. Roj roja bi ser xistina şerê rûmet û hebûnê ye. Roj roja şikandina destên ku dirêjî porên jinan dibin e.

Di daxuyaniyê de ev bang hate kirin: “Weke girtiyên Apoyî yên li zindanan li ber xwe didin, em di serî de bang li malbatên xwe dikin. Her kes bila li her derê tevlî serhildanan bibe, taxa xwe rêxistin bike û rabe serhildanê.