Polîsên Tirk êrişî çalakvanan kir

Li navçeya Pirsûsê bi hezaran kes li dijî êrişên çeteyên hikumeta demkî û giredayî Tirkiyeyê çalakiya meşe li dar xistin û xwestin derbasî Kobanê bibin. Dî encama êrişa polîsan a girseyê de 5 kes hatin binçavkirin û 3 kes birîndar bûn.

Polîsên Tirk êrişî çalakvanan kir
22 ÇILE, 2026   18:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser banga Platforma Saziyên Demokratîk a Rihayê bi hezaran kes xwestin bimeşin ser sînorê Kobanê ya navçeya Pirsûsê û ji sînor derbas bibin. 

Polîsan çûyina girseyê li ser sînorê Kobanê asteng kir û êrişî welatiyan kir. Bi êrişa polîsan ve welatî bi dirûşim û keviran bersiva astengiya polîsan da û belavî kolanan bûn. Welatî demekê dirêj li kolanan bi berzkirina dirûşmeyan bertek nîşanî êriş û astengiya polîsan dan. Bi ser vê yekê polîsan êrişî girseyê kirin û 5 kes binçavkirin. 3 welatî jî di êrişa polîsan de birîndar bûn.

NAVÊ BİNAÇAVKİRİYAN

Navê welatiyên ku hatinê binçavkirin wiha ne; Berîtan Aksu, Muhsîn Aydogdu, Mehmet Aslan, Muhammed Kaplan û Recep Balî.”

Ji kesên birîndar bûnê Tacattîn Kaman jî ber fişeka plastîk a polîsan avêtiye, ji çavê xwe birîndar bû. Hat hîn bûn Tacettîn Kaman dê sewqî nexweşxaneya Dîlokê bê kirin.