Gerînendeya Îstixbarata Neteweyî ya Amerîkayê îstifa kir

Gerînendeya Îstixbarata Neteweyî ya Amerîkayê îro îstifaya xwe ragihand. Ev îstîfa di demekê de tê ku helwestên wê li ser şerê bi Îranê re ji yên serokê Amerîkayê cuhda ne.

Gerînendeya Îstixbarata Neteweyî ya Amerîkayê îstifa kir
22 gulan, 2026   22:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînedeya Îstixbarata Neteweyî ya Amerîkayê Tulsi Gabbard ku nêrînên wê ji yên Serok Donald Trump li ser şerekî muhtemel bi Îranê re cuda bûn, îro îstifaya xwe ragihand û got sedemên îstîfayê malbatî ne.

Tulsi Gabbard bi nameyekê li ser Xˊê sedemên îstîfakirina xwe ji Trump re aşkera kirin û got ew ji bo lênêrîna mêrê xwe piştî ku "cureyek pir kêm a kansera hestî" lê hate teşhîskirin, dev ji posta xwe berdide."

(fr)