Li Hesekê, Qamişlo û Kobanê navendên dengdanê ji bo hilbijartinan hatin destnîşankirin

Komîteya Bilind a Hilbijartinan a Sûriyeyê bi 2 biryaran navendên dengdanê ji bo hilbijartinên Meclisa Gel ên 2026ˊan li Hesekê, Qamişlo û Kobanê destnîşan kirin.

Li Hesekê, Qamişlo û Kobanê navendên dengdanê ji bo hilbijartinan hatin destnîşankirin
22 gulan, 2026   22:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Bilind a Hilbijartinan a Sûriyeyê biryarên bi hejmarên (33) û (34) ên 2026ˊan der barê destnîşankirina navendên dengdanê ji bo hilbijartinên Meclisa Gel li Hesekê, Qamişlo û Kobanê de dan.

Li gorî Biryara Hejmar (34), hola civînan li avahiya Rêveberiya Parêzgeha Hesekê wekî navendek dengdanê ji bo navenda hilbijartinê ya Hesekê hat destnîşankirin, di heman demê de navenda çandê ya kevin a li kêleka Sendîkaya Endazyaran wekî navendek dengdanê ya hilbijartinê ya Qamişlo hat destnîşankirin.

Di Biryara Hejmar (33) de, komîteyê navenda çandê ya li bajarê Kobanê yê Parêzgeha Helebê wekî navendek dengdanê ji bo hilbijartinên Meclisa Gel destnîşan kir.

(fr)