Gerîlayan ji hewayê artêşa Tirk xist: 5 dagirker ceza kirin, 2 wesaît îmha kirin

Yekîneyên Şehîd Dogan Zinar ji bo bîranîna Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê ji hewayê 7 caran li dagirkeran dan. Di encamê de 5 dagirker hatin cezakirin, 8 jî birîndar bûn. 2 wesayitên zirxî yên bi tîpa Kîrpî hatin îmhakirin.

Gerîlayan ji hewayê artêşa Tirk xist: 5 dagirker ceza kirin, 2 wesaît îmha kirin
15 tîrmeh 2024   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di derbarê çalakiyên gerîlayên azadiyê kurdistanê ye di navbera 3 û 11’ê Tîrmehê de a baregehên artêşa Tirk a dagirker ên li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl bi amûrên hewayî hatin hedefgirtin daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye:

"Yekîneya me ya Şehîd Dogan Zinar ji bo bîranîna Berxwedêrêb 14'ê Tîrmehê ku bi gotina 'Berxwedan Jiyan e' li Zindana Amedê berxwedan bilind kirin û sekneke îradeyî ya bi heybet a dîrokî nîşan dan, çalakiyên bi bandor û encamgir ên hewayî lidar xist.

Di navbera 3-11'ê Tîrmehê de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi amûrên hewayî li baregehên artêşa Tirk a dagirker hate xistin. Baregehên dagirkeran ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran, baregehên li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê carekê û dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Sergelê 4 caran ji hewayê hate bombekirin. Di encama van çalakiyan de herî kêm 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 8 dagirker birîndar bûn, 2 wesayitên zirxî yên bi tîpa Kîrpî ahtin îmhakirin, xisareke mezin li baregehên dagirkeran bû.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi çalakiyên xwe yên hewayî re ku timî têne lidarxistin, ji aliyê kûrahiya taktîkî, afirînerî, dewlemendî û serweriya li ser teknîkê ve gihîştine asteke girîng. Dewleta Tirk a dagirker ji bo vê asta Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê asteng bike, ji bo derbên ku ji nişka ve li her cihî ji hewayê dixwe veşêre, windahiyên xwe qet eşkere nake. Weke Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê çawa ku me beriya niha kir em çalakiyên hewayî û dîmenên wan ên ji aliyê Yekîneya me ya Şehîd Dogan Zinar ve hatin lidarxistin bi raya giştî û gelê xwe yê welatparêz re parve dikin."