17 balafiran kamîkaze bejahiya Idlibê bombebaran kir

17 balafirên kamîkaze bejahiya başûrê Idlibê bombebaran kir. Hinek balafir ji aliyê çeteyan ve hatin xistin.

17 balafiran kamîkaze bejahiya Idlibê bombebaran kir
15 tîrmeh 2024   11:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin û herêmên li hember wan ên di bin kontrola hikumeta Şamê de, şer dewam dike.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku 17 balafirên kamîkaze yên hikumeta Şamê, gundên Riwêc, Riwêha, Mentef û Marezaf ên başûrê Idlibê bombebaran kirin.

Li gorî SOHR’ê, çeteyên Fetih El Mûbîn hin balafir xistine xwarê.

(bb)