Gera 21`an a Astanayê bi dawî bû

Gera 21`an a civîna Astanayê bi dawî bû. Di encamnameya dawîn de dagirkerî û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Sûriyeyê hatin paşguhkirin.

Gera 21`an a Astanayê bi dawî bû
25 ÇILE, 2024   15:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh gera 21`an a civînên Astanayê bi beşdariya Rûsya, Îran, dewleta Tirk a dagirker dest pê kiribû û îro bi dawî bû. 

Di encamnameya dawîn a civînê de ku wezîrê karên derve yê Kazaxistanê Alibek Bakiyev xwendiye, operasyonên Îsraîlê yên li dijî tevgera Hemasê li hatin rexnekirin lê belê şerê qirkirinê yê ku dewleta Tirk li dijî Sûriyeyê dike, hat paşguhkirin.

Di encamnameyê de bi gelemperî bêyî hûrgulî, behsa girîngiya vegerandina têkiliyan di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de hate kirin.

Her wiha behsa komîteya destûrê hate kirin ku aliyên Astanayê, îdia kir dê piştgiriya wê bikin û hate bibîrxistin ku aliyan rewşa li herêmên bêçek ên li Idlibê gotûbêj kiriye.

Di encamnameyê de behsa girîngiya rêgirtina li ber berfirehbûna şer hate kirin. Her wiha hate aşkerakirin ku aliyan li hev kiriye ku gera 22`yan a Astanayê di navîna duyemîn a 2024`an de li dar bikeve.

Piştî civînê serokê şandeya hikumeta Şamê û cîgirê wezîrê karên derve yê Sûriyeyê Bessam Sebax îdia kir ku wan teqezî bi pêwîstiya bidawîkirina rêxistinên terorîst û hebûna leşkerî ya biyanî ya li Sûriyeyê, rêzgirtina serdestiya Sûriyeyê û yekitiya wê kiriye.

(şx)