Balafireke bêmirov nuqteyeke rejîmê li Kobanê bombebaran kir

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker di van kêliyan de navbera gundê Koran û Xerbîsan ên girêdayî Kobanê nuqteyeke leşkerên hêzên hikumeta Şamê bombebaran kir.

Balafireke bêmirov nuqteyeke rejîmê li Kobanê bombebaran kir
25 ÇILE, 2024   16:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, di van kêliyan de balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker navbera gundê Koran û Xerbîsan ên girêdayî Kobanê nuqteyeke leşkerên hêzên hikumeta Şamê bombebaran kir.

Li gorî agahiyan, di encama bombebaranê de leşkerekî hêzên hikumeta Şamê birîndar bû.

(fr)

ANHA