Partiya Sûriya Pêşerojê bi şêniyên Şedadê re civiya

Partiya Sûriya Pêşerojê bi şêniyên navçeya Şedadê re civiya û geşedanên siyasî, pirsgirêkên li herêmê û êrişên dewleta Tirk a dagirker gotûbêj kirin.

Partiya Sûriya Pêşerojê bi şêniyên Şedadê re civiya
Partiya Sûriya Pêşerojê bi şêniyên Şedadê re civiya
Partiya Sûriya Pêşerojê bi şêniyên Şedadê re civiya
Partiya Sûriya Pêşerojê bi şêniyên Şedadê re civiya
Partiya Sûriya Pêşerojê bi şêniyên Şedadê re civiya
Partiya Sûriya Pêşerojê bi şêniyên Şedadê re civiya
Partiya Sûriya Pêşerojê bi şêniyên Şedadê re civiya
Partiya Sûriya Pêşerojê bi şêniyên Şedadê re civiya
Partiya Sûriya Pêşerojê bi şêniyên Şedadê re civiya
25 ÇILE, 2024   15:42
HESEKÊ

Partiya Sûriya Pêşerojê civîn li hola Şaredariya Gel a navçeya Şehdadê li dar xist. Şêniyên bajêr, endamên saziyên sivîl û partiyê tev lê bûn. 

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Şiyar Mihemed têkildarî civînê ji ajansa me re axivî û got: "Êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê, geşedanên siyasî yên girêdayî rewşa herêmê, şerê Îsraîl û Hemasê mijarên sereke yên civînê bûn."

Mihemed diyar kir ku beşdaran teqezî bi pêwîstiya hevgirtin û hevkariyê di navbera saziyên sivîl û partiyan de kir û divê piştgiriya herêmên ji ber bombebaranê xisar lê bûne, were kirin û alîkarî ji xisardîtiyan re bê pêşkêşkirin.

Her wiha destnîşan kirin ku ew piştgiriya hewldanên siyasî û leşkerî yên ji bo parastina herêmê tên meşandin, dikin û rê û rêbazên yekitiyê û xurtkirina hevgirtina nîştimanî li hember êrişênên dewleta Tirk û pêkanîna ewlehiyê, pêşniyar kirin.

Li gor Mihemed, beşdaran teqezî bi girîngiya xurtkirina hewldanan kir ji bo ku zanabûn di nava civaka xwecih de bê belavkirin, astengî û zehmetiyên li herêmê fêm bikin û ji bo çareserkirina wê bi hev re kar bikin.

(şx)

ANHA