Gelê Siwêdayê piştgirî da berxwêdana Helebe

Gelê Siwêdayê bi çalakiyekê piştgiriya xwe ji şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê re nîşan da.

Gelê Siwêdayê piştgirî da berxwêdana Helebe
Gelê Siwêdayê piştgirî da berxwêdana Helebe
Gelê Siwêdayê piştgirî da berxwêdana Helebe
Gelê Siwêdayê piştgirî da berxwêdana Helebe
Gelê Siwêdayê piştgirî da berxwêdana Helebe
Gelê Siwêdayê piştgirî da berxwêdana Helebe
Gelê Siwêdayê piştgirî da berxwêdana Helebe
8 ÇILE, 2026   19:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Gelê Siweydayê, li dijî êrîşên dijwar ên li taxên Helebê çalakiyek hevgirtinê li dar xistin. Beşdaran, li dijî hedefgirtina sivîlên bêguneh dirûşme qîr kirin û daxwaza parastina sivîlan kirin. Beşdaran, diyar kirin ku ev êrîş ne tesadufî ne, parçeyekî polîtîkaya bipergalî ya tundî û vederkirinê ya rejimê ye.

Xwepêşanderan, diyar kirin xwîna kesên jiyana xwe ji dest dane, dê pêşeroja nû ya Sûriyeyê binivîse û daxwaza dawîanîna êrîşan kirin.

Kesên ku beşdarî çalakiyê bûn, ala kesk, sor û zêr hilgirtin û destnîşan kirin ku sivîl bêguneh in û divê neyên hedefgirtin.

Beşdaran, bang li raya giştî ya cîhanê û hemû mirovên xwedî wijdan kirin ku piştgiriyê bidin Sûriyiyên ku ji ber bawerî an mezhebên xwe tên hedefgirtin û destnîşan kirin ku ev sûcek li dijî hemû mirovahiyê ye.