Gelê bajarê Sêrtê yê Bakur ji bo Rojava meşiya

Platforma Saziyên Demokratîk, li Bajarokê Cuwanikayê ya Sêrtê, li dijî êrişan ji bo piştgiriya Rojava li dar xist.

Gelê bajarê Sêrtê yê Bakur ji bo Rojava meşiya
9 sibat, 2026   00:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Platforma Saziyên Demokratîk a Sêrtê, li Bajarokê Cuwanikayê ya Sêrtê, ji bo piştgiriya Rojava meşek li dar xist. Di meşa ku gelek nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî beşdar bûn de, pankarta "Rojava wijdan e, azadî ye, berxwedan e; nayê teslîmgirtin / Xwedîderketina Rojava, xwedîderketina mirovahiyê ye" hat hilgirtin. Girseya ji Kolana Aydinlar  bi stranên berxwedanê û dirûşmên "Rojava, Rojhilat e, Kurdistan yek welat e", "Yek e, yek e, yek e, gelê Kurd yek e", "Kurdistan goristan ji bo faşîstan", "Bijî berxwedana gelê Kurd" û "Bijî berxwedana Rojava" ber bi Qada Cuwanikayê meşiya.

Girseya ku bi çepik û tîlîliyan gihîşt qadê, li vir daxuyaniyek da. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, bang kir ku her kes xwedî li Rojava derkeve.