2 ciwanên Siwêdayî li Şamê hatin revandin

Hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê 2 ciwanên ji gundewarê Siwêdayê revandin, erebeyên wan li herêma Qedem a Şamê desteser kirin.

2 ciwanên Siwêdayî li Şamê hatin revandin
9 sibat, 2026   00:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecihî da zanîn ku hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê duh 2 ciwanên ji gundê Milih ê başûrê rojhilatê Siwêdayê bi navê Muitez Zêd Marûf û Mahir Wecîh Bilan li herêmêa Qedem a Şamê revandin û erebeyên wan desteser kirin.

Çavkaniyan diyar kir ku her du ciwan heta niha revandî ne, malbatên wan banga serbestberdanê dikin.

(fr)