Gaziyên şer şehîdên Gulanê bi bîr anîn

Gaziyên şer ên bajarê Şedadê şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn. Di bîranînê de soza şopandina xeta şehîdan hat dayîn.

Gaziyên şer şehîdên Gulanê bi bîr anîn
25 gulan, 2025   14:52
HESEKÊ

Gaziyên şer ên bajarê Şedadê di civîna xwe ya mehane de şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn. Civîn duh bi tevlîbûna rêveberên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (FGBRS) û gelek gaziyên şer pêk hat. 

Piştî rêzgirtina ji bo şehîdan endamê FGBRS’ê Laleş Êzidî di destpêka axaftina xwe de di şexsê pêşengên Tevgera Azadiyê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got, “Tevgera azadiyê meha Gulanê weke meha şehîdan îlan kiriye. Di vê mehê de gelek pêşengên me yên azadiyê tevlî karwanê nemiran bûne. Pêwîst e, em timî li beramberî şehîdan xwe di ber çavan re derbas bikin û ji kêmasiyên xwe bibihurin.”

Laleş Êzidî di dewama axaftina xwe de têkildarî rewşa li herêmê jî anî ziman ku pêvajoya nû ya bi banga Rêber Apo dest pê kiriye wê tenê ne ji bo Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo tevahî Rojhilata Navîn çareseriyên mayînde bi xwe re bîne.

Gaziyên şer ên tevlî civînê bûn jî di nirxandinên xwe de diyar kirin ku wê her tim rêya şehîdan û Rêber Apo bişopînin. Her wiha anîn ziman ku ji bo parastina nirxên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêwîst e her kes tişta dikeve ser milên wan pêk bînin û gaziyên şer jî wê timî ji bo pêşxistina şoreşa bi xwîna şehîdan ava bûye di nav têkoşîn û berxwedanê de bin.

(bb)