Meclisa Jinên Sûriyeyê li Tirbespiyê civînek li dar xist

Meclisa Jinên Sûriyeyê di çarçoveya amadekariyên ji bo Kongeya Jinên Sûriyeyê ya berfireh de, li bajarê Tirbespiyê civînek li dar xist.

Meclisa Jinên Sûriyeyê li Tirbespiyê civînek li dar xist
25 gulan, 2025   14:59
QAMIŞLO

Meclisa Jinên Sûriyeyê bi hevkariya Kongreya Star a bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê, di çarçoveya amadekariyên ji bo Kongreya Jinên Sûriyê civîneke berfireh li salona Mala Êzidiyan a bakurê bajêr li dar xist.

Civîn bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre ji rêveberên Meclîsa Jinên Sûriyeyê Meryem El Heyanî axivî. Meryem destnîşan kir ku Meclisa Jinên Sûriyeyê li bajarê Minbicê ji bo bersivdayîna polîtîkayên biçûkxistinê yên rejîma Baasê ya berê de li ser jinan hatine ferzkirin, hate avakirin. Her wiha got ku Meclis ji bo berfirehkirina çarçoveya çalakiyên dixetibe da ku li hemû bajarên Sûriyeyê belav bibe.

Meryem tekez kir ku ezmûna jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di warên cuda de serkeftî bûye û niha jî hewl tê dayîn ku ev ezmûn li seranserî Sûriyeyê were berfirehkirin.

Ji rêveberên meclisê Erîfe Bekir diyar kir ku piştî vekirina ofîsên meclisê li gelek bajaran amadekariyên Kongeyeke diyalogê ya jinan tê kirin.

Efîfe Bekir diyar kir ku armanca  meclisê  ew ku bi rêya vê kongreyê mafên jinan di Sûriyeya siberojê de misoger bike.

Di dawiya civînê de beşdaran nêrîn û pêşniyarên ji bo pêşxistina xebatên meclisê pêşkêş kirin.

(k)