‘Gavên Tevgera Azadiyê û azadiya Rêber Apo rêya aştiyê ne’

Rewşenbîrên ji kantona Cizîrê diyar kir ku gavên tevgera azadiya Kurdistanê veguhertina dîrokî ya di têkoşîna gelê Kurd de nîşan dide. Rewşenbîran got lewma jî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dergehê çareseriya demokratîk e.

‘Gavên Tevgera Azadiyê û azadiya Rêber Apo rêya aştiyê ne’
31 cotmeh, 2025   03:45
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Di 26’ê Cotmehê de pêşketineke mezin di xeta têkoşîna gelê Kurd de pêk hat. Tevgera Azadiya Kurdistanê vekişîna hêzan ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ragihand, bi armanca rê li ber hemû astengî û provakasyonan li ber pêkanîna Banga Aştî û Civaka Demokratîk bigirin. Di 11’ê Tîrmehê de jî bi awayekî sembolîk merasîma çekşewitandinê hate lidarxistin.

Di vê derbarê de hejmarek rewşenbîrên bajarê Til Temir ê kantona Cizîrê nêrînên xwe parve kirin. Rewşenbîran destnîşan kir ku her du gavên dawîn ên Tevgera Azadiya Kurdistanê guhertineke bingehîn di tekoşîna siyasî û leşkerî de ne û ew di çarçoveya pratîka banga Rêber Abdullah Ocalan de pêk hatine.

Endama Yekitiya Rewşenbîran a Til Temirê mamoste Eyhan Yûnis der barê mijarê de ji ajansa me re axivî û got: “Şewitandina çekan ji aliyê hêzên rizgariya Kurdistanê li ber çavê hemû cîhanê, tê wateya pijartina riya ramanê li şûna tekoşîna çekdarî ye. Çareserî ji danûstendinan destpê dike. Kilîta van danûstendinan jî pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.”

Eyhan Yûsif di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku vekişîna hêzên gerîla ji sînorê Bakurê Kurdistanê ber bi Başûrê Kurdistanê ve nîşan dide çi qas tevgera azadiyê amade ye ji qonaxa nû ya tekoşîna siyasî re û wiha dom kir: “Pêngava tevgerê daye destpêkirin, dûrî şerê çekdarî rê li ber însiyatîfên dîplomatîk vedike.”

Eyhanê bi bîr xist ku vekişîna hêzên gerîla nayê wateya paş ve gavavêtine û wiha axivî: “Ew ji nû ve dîzeyna tekoşîna azadiyê ye. Têkoşîna xwe dispêre ramna û xwe rêxistinkirinê. Tevgera Azadiyê ji cîhanê re got em ji aştiyê re amade ne. Lê dewleta Tirk heta niha beranberî gavên wan tu gav ne avêtiye. Gerek beranberî wê gavên bi wêrek bavêje û Rêber Abdullah Ocalan azad bike.”

Rewşenbîr Hesen Şindî Oso der barê mijarê de ev tişt anî ziman: “Gavên dawî yên Tevgera Azadiya Kurdistanê bê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê wateya wê ya siyasî û mirovî temam ne be. Berdewama dîlgirtina Rêber Apo di vê guhertina mezin de nakokiyeke li dijî nirxên danûstendin û edaletê çêdike. Rêber Abdullah Ocalan xwediyê pirojeya demokratîk e, ev guhertin nerînên wî ne. Ji lewma azadiya wî ya fîzîkî ne daxwazeke, lê belê pêwistiyeke ji bo serxistina pêvajoyê ye. Bi azadiya Rêbertî dê aştiya adilane li Tirkiyê, Sûriyeyê û Îraqê pêk were. Dem hatiye dewleta Tirk berê xwe bide dengê aqil û dawî li tecrîda li Îmraliyê bîne.”

Endama Yekitiya Rewşenbîran a Til Temirê Xedîca Asim Îbrahîm der barê mijarê de got: “Rêber Abdullah Ocalan zemîna bingehîn a veguhertina demokratîk daniye. Ji ber wê azadiya wî ya fîzîkî nûnertiya serxistina aştiya mayîn de dike. Heta rêbertî dîlgirtî be, ne pêkane pêvajoya aştiyê ser bikeve.”

Xedîcayê bi bîr xist ku dewleta Tirk heta niha bi cidiyet nêzî van pêşketinan ne bûye û wiha dom kir: “Divê dewleta Tirk helwesta xwe bide guhertin, divê dawî li tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bîne. Berdewama dîlgirtina wî di vê pêngava Tevgera Azadiya Kurdistanê gavan davêje de bi nakoke û nebûna niyeta rast a dewleta Tirk nîşan dide.”

Rewşenbîrên Til Temirê bal kişand ser girîngiya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û destnîşan kirin ku şerteke bingehîn a pêkanîna aştiya mayînde ya di herêmê de ye. Rewşenbîran da zanîn ku berdewama tecrîdê tê wateya berdewama siyasetên şer û inkara mafên mirovan. Lê bi gavên Tevgera Azadiya Kurdistanê re zemîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan vedike û pêkanîna azadî, edalet û aştiyê nêzîktir dike.

(dc)

ANHA