Heyva Sor a Kurd 450 nexweşên Talasîmya tedawî dike û alîkariyê ji gel dixwaze

Nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd a Onkolojî – Talasîmya – Şewatê, 450 nexweşên Talasîmya ku piraniya wan zarok in tedawî dike û bang li gel dike ku ji bo jiyana nexweşan xwînê bidin.

Heyva Sor a Kurd 450 nexweşên Talasîmya tedawî dike û alîkariyê ji gel dixwaze
Heyva Sor a Kurd 450 nexweşên Talasîmya tedawî dike û alîkariyê ji gel dixwaze
Heyva Sor a Kurd 450 nexweşên Talasîmya tedawî dike û alîkariyê ji gel dixwaze
Heyva Sor a Kurd 450 nexweşên Talasîmya tedawî dike û alîkariyê ji gel dixwaze
Heyva Sor a Kurd 450 nexweşên Talasîmya tedawî dike û alîkariyê ji gel dixwaze
Heyva Sor a Kurd 450 nexweşên Talasîmya tedawî dike û alîkariyê ji gel dixwaze
Heyva Sor a Kurd 450 nexweşên Talasîmya tedawî dike û alîkariyê ji gel dixwaze
Heyva Sor a Kurd 450 nexweşên Talasîmya tedawî dike û alîkariyê ji gel dixwaze
Heyva Sor a Kurd 450 nexweşên Talasîmya tedawî dike û alîkariyê ji gel dixwaze
Heyva Sor a Kurd 450 nexweşên Talasîmya tedawî dike û alîkariyê ji gel dixwaze
Heyva Sor a Kurd 450 nexweşên Talasîmya tedawî dike û alîkariyê ji gel dixwaze
31 cotmeh, 2025   02:35
QAMIŞLO
BERÎTAN ÎRLAN

Nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd a Onkolojî – Talasîmya – Şewatê di dawiya sala 2023’an de li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyêyê hat vekirin. Yek ji van beşên ku xizmetek girîng dide meşandin, beşa nexweşiya Talasîmya ye. Beşa Talasîmya ji roja Yekşemê heta Pênçşemê, ji 08.00’ê sibê heta 15.00’an vekiriye. 

NEXWEŞIYA TALASÎMYA ÇI YE?

Nexweşiyek xwînê ye û ji dayîk û bav derbasî zarokan dibe. Ji ber kêmbûn an jî nebûna hemoglobînê (molekuleke ku oksîjenê dibe lebetan) di xwînê de çêdibe. Di hucreyên ku hemoglobînê çêdikin de, mutasyon (guherîn) çêdibe. Ji ber wê jî ew hucre yan qet bi awayek tendurist hemoglobînê hilnaberîne, yan jî pir kêm hildiberîne. Ev jî bandorê li glokên sor (hucre) ên xwînê dike û dibe sedema nexweşiyê. Sê beşên vê nexweşiyê hene.

-Talasîmya Major: Rewşa herî giran e, hem ji dê, hem ji bav derbasî zarok dibe. Zarok di navbera 4 heta 12 mehiyê de nîşaneyan nîşan dike. Nîşaneyên wê, bê halî, zerbûn, xwarin nexwarin, acizî, pêşneketina laşê zarok, zerik, mezinbûn û lawazbûna dil, zû nexweşketin, xirabbûna (deformasyon) hestiyên rûyê zarok.

-Talasîmya Întermedia: Rewşa navber e. Ji dê û bav derbas dibe û rewşa bêxwîniyê ji ya majorê kêmtir e.

-Talasîmya Mînor: Kes tenê nexweşiyê hildigire, ji derveyî bêxwîniyek sivik tu pirsgirêkan çênake.

LI CÎHANÊ 1 MILYON Û 300 HEZAR NEXWEŞ HATINE TESPÎTKIRIN

Li gorî daneyên Rêxistina Tendirûstiyê ya Cîhanê (WHO), ji sedê 5.2’yê cîhanê taybetmendiyên vê nexweşiyê hildigirin. Di sala 2021’ê de li tevayî cîhanê zêdetirî 1 milyon 300 hezar nexweş hatine tespîtkirin. Ev nexweşî herî zêde li herêmên Derya Spî, Efrîka, bakur rojhilatê Asyayê û Rojhilata Navîn tê dîtin.

Rêbazên tedawiyê “veguhestina xwînê û Chelation Iron (daxistina hesin), neqla mejiyê hestî (dohnê di nava hestî de). Di heman demê de ji bo pêşî lê bê girtin jî, ji beriya jin û mêr bizewicin û zarokan çêbikin, divê tehlîl (test) vê nexweşiyê çêbikin. Kesên ku tedawiya veguhestina xwînê dibînin, heta dawiya temenê xwe xwîna nû digirin.

450 KES LI NEXWEŞXANEYA HEYVA SOR A KURD TEDAWÎ DIBÎNIN

Di beşa Talasîmya de 2 bijîşkên xwînê, du hemşîr-hemşîre, xebatkarên labaratwarê, bijîşkek derûnî kar dikin. 10 nexweşên Talasîmya jî li beş kar dikin. Li gorî agahiyên me ji rêveberê nexweşxaneyê Ehmed Hacî girtine, heta niha ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo tedawiyê zêdetirî 450 kesan serlêdana wan kiriye û tedawî dibînin. Piraniya nexweşan ji kantona Cizîrê ne.

Beşê Talasîmya ji 7 odeyan; Odeya bijîşka/ê venêrînê, odeya bijîşka/ê derunî, 2 labaratwar (xwîn tê girtin û tehlîla xwînê tê girtin, xwîn lê tê tepokirin), 2 odeyên tedawîkirinê, odeya lîstokên zarokan (dema zarok li benda tedawiyê dimînin lê dilîzin) pêk tê.

Piştî ku nexweş serî li nexweşxaneyê didin, destpêkê xwîna wan tê girtin û li gorî pêwîstiyan tedawiya wê/wî dest pê dike.

 WELATIYÊ BI DILWAZÎ XWÎNÊ DIDE: DIVÊ HERKES XWÎNÊ BIDE

Odeyek ji bo girtina xwînê heye û şêniyên bi dilxwazî xwînê didin li wir tên pêşwazîkirin. Şêniyê bi navê Mihemed Xoşrîd ku bi dilxwazî xwîn dida, wiha got: “Divê herkes alîkariyê bi Heyva Sor re bike. Rewşek mirovî ye, divê em herkes pê re alîkar bin. Dema em alîkariyê bi zarokên nexweş re dikin, em jî moral digirin.”

Li labatwarê xwîna ji şêniyan tê girtin tehlîla wê tê çêkirin. Hemşîre Şerîfa Selman Xelef diyar dike ku xwîna paqij  jinexweşên Talasîmyayê re pêwîst. Ew jî tehlîlên iltihaba xwînê, HÎV û nexweşiyên din çêdikin. Piştî wê kom dikin û didin nexweşên pêwîstiya wê/wî pê heyî. Dema pêngavên xwîndayînê tên destpêkirin gelek kes xwînê didin, lê piştî wê jî dîsa kesên xwînê didin kêm dibe.  

“DI ALIYÊ DERMANAN DE PIRSGIRÊK HENE”

Li gorî agahiyên me ji bijîşka nexweşiyên xwînê Meryem Ebdulhekîm Ehmed ku li nexweşxaneyê kar dike girtin, her 21-25 rojan carekî nexweş tê nexweşxaneyê û xwînê digire. Ji bo ku hertim xwînê digire, ev jî dibe sedem ku di nava xwînê de hesin bilind bibe. Ev jî zirarê dide dil, kezeba reş, pankreas û tevayî laş dike. Ji bo vê jî dermanên ku rê li ber nexweşiyên din ên xwînê digire, tên bikaranîn. Li welatên ku tib zêdetir pêşketiye û rewşa civakî û aborî baştir e, pir zû nexweşiya zarok tê tedawîkirin. Yanî ava hestî tê neqilkirin û zarok ji vê nexweşiyê xilas dibe. Lê li welatên Rojhilata Navîn ku hertim di rewşa alozî û şer de ne, zêdetir tedawî bi veguhestina xwînê tê kirin. Yan jî tedawî nayê kirin.

Bijîşk Meryem dibêje “Em di aliyê dermanan de kêmaniyê dijîn. Dermanên asta hesin dadixin ne pir bi kalîte ne, yan jî pir kêm in. Dermanê tedawiya vê nexweşiyê biha ne. Her wiha xwîn kêm e, divê gel alîkariya me bike û bên xwînê bidin.”

10 NEXWEŞÊN TALASÎMYA, ALÎKARIYA NEXWEŞAN DIKIN

Her wiha 10 nexweşên (jin û mêr) Talasîmya ku temenê wan di navbera (20-35) de ne, li beş kar dikin. Heyva Sor a Kurd perwerdeyek 3 mehan a tibî (ku xwînê bigirin û xwînê bidin) û bawername dane wan. Ew jî bi kesên nexweş re dibin alîkar. Yek ji van kesan jî Diyar Fîlzor Ebdurehman (20) e.

Diyar dibêje, “Ez nexweşê Talasîmya me. Li vir nexweşxane gelek xizmetan ji me re dike. Xwîna paqij dide me. Ez her 25 rojan carekî xwînê digirim. Bijîşka derûnî heye alîkariya me dike, tevayî xebatkar alîkariya me dikin. Em jî alîkariya hevalên xwe yên nexweş ên biçûk dikin, bi wan re dilîzin û hêzê didin wan.”

Pirsgirêkên xwînê bandorê li guatira nexweşên Talasîmya jî dike. Ji ber wê jî bejna wan bilind nabe, laşê wan pêş nakeve, her çendî temenê wan mezin jî be, weke zarokan xuya dikin. Malbat û civak cuda nêzî wan dibin. Ev dibe sedem ku nexweş xwe kêm bibînin û derûniya wan têk biçe.

Li ser van zehmetiyan Diyar Fîlozor dibêje, “Dema ez diçûm dibistanê, hevalên min henekên xwe bi min dikirin. Min jî di refa 8’an de dest ji xwendinê berda.” Lê Diyar di koma hevalên xwe de xwe kêm nabîne û alîkariya zarokên weke wî nexweş dike.

Rêveberê Nexweşxaneyê Ehmed Hacî diyar dike ku aliyê herî zehmetî dikişînin peydakirina xwînê ye û bang li gel kir ku xwînê bidin, ew xwîn jiyana kesekî xilas dike. 

ANHA