Koçberên Serêkaniyê: Divê em bi ewle vegerin warê xwe

Koçberên Serêkaniyê destnîşan kir ku hebûna dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rê nade ew bi ewle vegerin bajar û gundên xwe û xwest dagirkerî bi dawî bibe da ku bi ewle û bi komî vegerin warê xwe.

Koçberên Serêkaniyê: Divê em bi ewle vegerin warê xwe
Koçberên Serêkaniyê: Divê em bi ewle vegerin warê xwe
Koçberên Serêkaniyê: Divê em bi ewle vegerin warê xwe
Koçberên Serêkaniyê: Divê em bi ewle vegerin warê xwe
Koçberên Serêkaniyê: Divê em bi ewle vegerin warê xwe
31 cotmeh, 2025   07:20
HESEKÊ
BOTAN HISÊN – ZEYNEB ŞÊXO

Ev 6 sal e şêniyên Serêkaniyê û gundên wê ji ber dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê koçber bûne. Hîn bi deh hezaran koçberên Serêkaniyê dixwazin bi ewle vegerin gund û bajarê xwe. Koçber di konên koçberiyê de di şert û mercên zhmet de rojên xwe derbas dikin.

Koçberên bi darê zorê ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê koçber bûne, di kampên koçberiyê de bêyî hebûna jêderên herî kêm ên jiyanî hebin, rojên xwe derbas dikin. Heta niha saziya navdewletî ya kar û barê koçbean UNHCR kampên wan nas ne kiriye. Ji ber wê jî piştgirî û xizmetên rojana ji kampên wan re nayên pêşkêşkirin.

Li gorî detayên ji rêveberiya kampê hatin wergirtin piştgiya ji kampê re tê pêşkêşkirin, têra ji sedî 10 pêwistiyên koçberan nake.

KOÇBER ÊŞA XWE VEDIBÊJIN

Her du koçberên jin ên bi navê Zekiya Ehmed û Asya Şêx Sînan diyar kirin ku ji bo vegera wan a Serêkaniyê pêwiste sedemên ji ber wê koçber bûne werin rakirin û ew jî rizgarkirina bajar ji dewleta Tirk û çeteyên wê ye. Her du jinên koçber ji bo vegerê aramî pêwiste û ew jî ne mimkine bêyî hebûna Rêveberiya Xweser pêk were.

Asya û Zekiya dan zanîn ew dixwazin vegerin û careke din li gorî sîstema netewa demokratîk bajarê xwe yê her kesî di nava xwe de himbêz dike, ava bikin.

Koçberê bi navê Yûsif Haco jî derbarê mijarê de axivî û ev tişt anî ziman: “Me ji bo vegerê jiyana di kampan de tehmûl kir. Şêniyan li dijî hemû şert û mercan tekoşîn kir, da vegereke bi ewle bi dest bixin.”

Koçberê bi navê Elai Emîn jî hêviyên xwe ji bo vegerê anî ziman û hestê xwe wiha vegot: “Em ji xaka xwe koçberî welatekî din ne bûne. Heta em vegerin warê xwe. Mal û milkên me ji aliyê dewleta Tirk ve hate talankirin. Ji bo em vegerin, divê tiştê ji me dizîne vegerînin, da em bi ewle vegerin warê xwe.”

DI BIN DAGIRKERIYÊ DE SÛC Û BINPÊKIRIN

Li gorî daneyên Komîteya Koçberên Serêkaniyê dewleta Tirk a dagieker ji sedî 98’ê zeviyên çandiniyê yên Kurdam xistine destê xwe, her wiha 6 hezar û 300 mal û hezar û 900 dikan di destê xwe de hiştine. Di zeviyên 5 gundan de madeyên hişbir hatine çandin.

65 gund ji şêniyên wan ên resen hatine valakirin û 5 gund bi awayekî beşî hatiye bi erdê re kirine yek. Gundê Eyn Hisan bi temamî hatiye ruxandin û li ser wê bargeha leşkerî û navenda perwerdeya leşkerî hatiye çêkirin.

Di binpêkirina mafê mirovan de dewleta Tirk a dagirker şêniyên 15 gundên êzîdî yên ji Serêkaniyê û derdora wê bi darê zorê dane koçberkirin. Li gundê Dawidiyê û Xirbet Cemo zêdeyî 80 gund hatine rûxandin. Li ser wê bargeha leşkerî ava kirine. Di heman demê de goristanên Êzidiyan vekirine.

Koçberê bi navê Elai Emîn da zanîn ku hebûna dewleta Tirk û çeteyên wê di Serêkaniyê de astengiya herî mezin a li pêş vegera koçberan e û bi taybet bi hebûna bûyerên revandin, kuştin û guhertina demografiyê ya di herêmê de.

GUHERTINA DEMOGRAFIYÊ Û BINPÊKIRINÊN BELGEKIRÎ

Komîteya Koçberan a Serêkaniyê bicihkirina 75 malbatên çeteyên dewleta Tirk û DAIŞ’ê di xaniyên koçberan de belge kiriye, her wiha koçberkirina derdora ji sedî 87’ê şêniyên resen belge kiriye. Li gorî wan niha tenê di bajarê Serêkaniyê de 44 Kurd mane. Li bajar derdora 3 hezar û 200 malbatên çeteyan hatine bicihkirin.

Bûyerên girtin, revandin, îşkence û îdama meydanî gihaştine hezar û 275 bûyeran, heta niha 72 kes winda ne, 20 kes li ser sînorê di navbera Serêkaniyê û Bakurê Kurdistanê de hatine kuştin, 15 bûyerên destdirêjiyê li dijî jinan pêk hatine.

DOZA VEGERÊ DIDOME

Koçbera bi navê Fedwa Mihemed da zanîn ku divê bajarê wan were rizgarkirin da ku bi ewle vegerin bajar û gundên xwe û wiha got: “An em ê hemû bi hev re vegerin an em ê venegerin. Banga min ji hemû ciwanan re divê em destê xwe bikin yek da em bajarê xwe ji dagirkeran rizgar bikin.”

HEJMARA KOÇBERAN

Ji Cotmeha 2019’an ve derdora 200 hezar kes ji Serêkaniyê û gundên wê koçber bûne. Niha derdora 14 hezar kes di kampa Waşokanî de dijîn. Kamp di sala 2019’an de li gundewarên Hesekê hate avakirin. Paşê kampeke din hate çêkirin, di wir de jî 14 hezar koçber hatine bicihkirin. Koçberên din jî li bajarên kantona Cizîrê bi cih bûne.

Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve şêniyên Serêkaniyê 2 caran koçber bûn. Carekê dema dewleta Tirk deriyê sînor ji çeteyên Cebhet El Nusra û bi dehan komên din ên çete bi navê “Artêşa Azad” re vekir. Ew kom paşê bûn “Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyê”. Ev koçberî di 8’ê Mijdara 2012’an de pêk hat. Koçberiya wê demê heta Tîrmeha sala 2013’an dewam kir. Dema YPG/YPJ’ê bajar ji çeteyan rizgar kir, şênî careke din vegeriyan warê xwe. Cara duyemîn jî di 9’ê Cotmeha 2019’an de bû. Heta niha jî şêniyên wê di kampên koçberiyê de dijîn. Çavên wan her li benda rizgarkirinê ye da ku vegerin ser warê xwe.

(dc)

ANHA