Gavên ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de nehatine avêtin

Tevî gavên ku li qadê hatine avêtin jî di warê hiqûqî û siyasî de pêkanîna sererastkirinan, li pêşiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk wek pirsgirêkên sereke mane. Bi taybetî bendewariyên li ser pênasekirina statuya Rêber Abdullah Ocalan didomin.

Gavên ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de nehatine avêtin
20 cotmeh, 2026   14:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibata 2025'an de, bi gavên Rêveberiya Tevgerê yên ber bi fesih û çekberdanê ve, pêvajo derbasî qonaxeke nû bû. Vekişîna hêzên di nava sînorên Tirkiyeyê de û piştî Zapê ragihandina temamkirina vekişîna ji Metînayê jî, wek nîşaneyên nû yên îradeya derbasbûna ji têkoşîna çekdarî ber bi siyaseta demokratîk ve hatin nirxandin.

Lê tevî pêşketinên li qadê jî gavên ku tê payîn ji bo veguhastina pêvajoyê bo zemîneke hiqûqî, hêj nehatine temamkirin. Bicihanîna qanûna çarçoveyî ya ku ji parlamentoyê derbas bûye, nedayîna biryara ya Encûmena Konseya Ewlehiyê (MGK) di rojevê de cihê xwe diparêze. Di pêvajoyê yê herî esas û nebe nabe pênasekirina statuya Rêber Abdullah Ocalan di warê hiqûqî û siyasî de, hîn jî mijare destpêkê ye li pêşiya hikumeta Tirkiyeyê.

'ME GAV AVÊT, NIHA EM LI BENDÊ NE'

Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel (NPG) Murat Karayilan piştî vekişîna ji Metînayê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Rêveberiya Tevgerê bi yek alî gav avêtine û divê dewlet jî berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Karayilan, banga vekirina pêşiya hevdîtinên bi Rêber Abdullah Ocalan re û destpêkirina xebatên ji bo qanûnên demokratîkbûnê kir.

STATUYA RÊBER ABDULLAH OCALAN HÎN NEHATIYE PÊNASEKIRIN

Yek ji dosyayên sereke yên li pêşiya pêvajoyê jî statuya hiqûqî û siyasî ya Rêber Abdullah Ocalan e. Li gorî daxuyanî û nirxandinên Rêveberiya Tevgerê û DEM Partiyê, Rêber Abdullah Ocalan sermuzakerevanê pêvajoyê û koordînatorê Komîsyona Aştî û Siyasetbûnê ye û divê ev rol bi awayekî qanûnî bê pênasekirin.

Li ser xebata komîsyona ku tê payîn bi koordînasyona Rêber Abdullah Ocalan bixebite û şert û mercên ragihandinê jî hêj çarçoveyeke şênber nehatiye danîn. Vekirina pêşiya hevdîtinên rojnameger, akademîsyen, siyasetmedar, dîroknas û nûnerên ji beşên cuda yên civakî yên li Îmraliyê jî di nav gavên ku divê hikumet biavêje de tê nîşandan.

BIRYARA DMME’YÊ Û DOSYAYÊN QEYÛMAN LI BENDÊ NE

Di aliyê demokratîkbûna pêvajoyê de pêkanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û bidawîkirina sepana qeyûman jî di serê mijarên derdikevin pêş de ne. Derengketina gavên ku di çarçoveya hiqûqa heyî de jî dikarin bên avêtin, bendewariyên li ser vekirina pêşiya siyaseta demokratîk bêbersiv dihêle.

Pêkanîna biryarên DMME'yê, misogerkirina vegera rêveberên herêmî yên hilbijartî ji bo ser erkên xwe û bidawîkirina sepana qeyûman, ne tenê bi sererastkirinên qanûnî yên nû ve sînordar e, weke dosyayên ku di nava mekanîzmayên hiqûqî û îdarî yên heyî de jî divê bên nirxandin derdikevin pêş. Ev her dû mijar jî li ser maseyê ye û li bendê ye ku hikûmet gavên şênber bavêje.

BERSIVA GAVAN TÊ PAYÎN

Piştî vekişîna ji Metînayê û pêşketinên din ên li qadê, çav li gavên ku hikûmetê bavêje hatine gerandin. Biryara piştrastkirin û diyarkirin a MGK'ê, pêkanîna qanûna çarçoveyî û vekirina pêşiya tevlîbûna siyaseta demokratîk dê di warê qonaxa nû ya pêvajoyê de diyarker be.

Pênasekirina statuya Rêber Abdullah Ocalan û ji Jêrkomîsyona Koordînasyona Stratejîk û Bêçekbûnê re koordînatorî kirin, pêkanîna biryarên DMME'yê û bidawîkirina sepanên qeyûman jî di nav gavên bingehîn ên ku ji bo pêşveçûna çareseriyê tên payîn de cih digirin.