Fransayê têkildarî kuştina leşkerên UNIFILˊê daxwaza civîneke awarte kir

Piştî kuştina leşkerên UNIFIL'ê li başûrê Lubnanê, Fransa daxwaza civîneke awarte ya Konseya Ewlekariyê ya NYˊyê kir û bûyer wekî "xeternak" bi nav kir.

Fransayê têkildarî kuştina leşkerên UNIFILˊê daxwaza civîneke awarte kir
30 adar, 2026   23:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa France-Presse (AFP), Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrault li ser Xˊê nivîsî ku welatê wî piştî kuştina 3 leşkerên UNIFILˊê li başûrê Lubnanê daxwaza civîneke awarte ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kiriye.

Jean-Noël Barrault got ku Parîs "bi gotinên herî tund êrişên" ku di roja yekşem û duşemê de 3 endamên Hêza Demkî ya NY li Lubnanê hatibûn kuştin, şermezar kirin.

Wezîrê Fransî axivî ku "Fransa bûyerên duh (yekşem) li dijî tabûra Fransî ya UNIFIL'ê li herêma Naqora çêbûye şermezar kir" û destnîşan kir ku ev helwest "bi gotinên herî tund ji balyozê Îsraîlê li Parîsê re hatiye ragihandin."

Hêzên UNIFIL'ê îro ragihand ku 2 endamên wan ku bi eslê xwe Endonezyayî ne hatine kuştin û 2 din birîndar bûne, yek ji wan rewşa wî giran bû, ev yek di teqînekê de li başûrê Lubnanê pêk hat.

(ac/fr)

ANHA