Gerînendetiya Perwerdê ya Humsê 405 karmend ji kar derxistin

Gerînendetiya Perwerdê ya Humsê 405 karmendên di çarçoveya pergala peymanên îdarî de dixebitin, bi rêbazeke nerasterast ku peymanên wan nû nakin, ji kar derxistin.

Gerînendetiya Perwerdê ya Humsê 405 karmend ji kar derxistin
30 adar, 2026   22:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku Gerînendetiya Perwerdê ya Humsê, bi rêya nenûkirina peymanan, 405 karmendên di pergala peymanên îdarî de dixebitin ji kar derxistin.

Heman çavkaniyên ku agahî dane SOHRˊê da zanîn ku piranî karmendên ku biryara wan jî dihewîne ji taîfeya Elewî ne. Vê yekê di nava karmendan de fikar û nerazîbûn çêkir.

Di demekê de ku rewşa jiyanê zehmet e û bihaya kelûpelan pir bilind e ev biryar hat dayîn.

(fr)