Li  ser rêya Dêr Hafir-Helebê ajokarên kamyonên sotemeniyê hatin revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ser rêya di navbera bajarê Dêr Hafir û Helebê de hejmarek ajokarên kamyonên sotemeniyê û alîkarên wan revandin.

Li  ser rêya Dêr Hafir-Helebê ajokarên kamyonên sotemeniyê hatin revandin
18 hezîran, 2025   23:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Sûcên revandinê yên ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî sivîlên Sûriyeyî pêk tînin, didomin. Beriya du rojan de hejmarek ajokarên kamyonên sotemeniyê û kesên pê re di dema rêya navbera bajarê Dêr Hafir û bajarê Helebê de derbas dikirin, hatin revandin.

Beriya çend kêliyan rêxistinên mafên mirovan ên xwecihî lîsteya navên revandiyan, di nav de navên ajokarên ji herêmên gundewarê Efrînê hene, parve kir.

Ajokarên navên wan hatine belgekirin:

Ebdurehman Nûrî Hesen (46)-ji gundê Basûtê yê Efrînê.

Ebdulezîz Şêxmûsa Şêxo

Fadî El Himêdî El Xidir

Muhened Hesen El Hesen

Henan Nebîhe Îbo

Amir Zekî Esed

Hesen Feysel El Şahîn

Mueyed Hesen El Hesen

Hesen Mensor

Husam El Salih

Navên hin kesên bi ajokaran re (alîkar) jî hatin belgekirin û wiha ne:

Zekî Amir Esed

Şêxo Şêxmûs Şêxo (12)

Mehmûd Xelef El Salih

Beşar Xalid Şêxo (8)

Li gorî çavkaniyan, 2 kes karîn birevîna. Lê heta vê kêliyê tu parvekirineke fermî ji hêla "Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê"  ve yan jî aliyên ewlehî yên girêdayî wê ve, li ser hûrgiliyên der barê kiryarên revandinê de, nehatiye dayîn.

Kiryar û bûyerên revandinê li ser rêya giştî bi taybet li ser bendên kontrolê yên di navbera bajarê Dêr Hafir û Helebê de zêde bûne. Li ser rêyan, ji hêla endamên rêbendan ve astengî li welatiyan tên kirin.

Ev kiryar di nava şênî û rêxistinên mafên mirovan de, digel nebûna mekanîzmayên lêpirsîna qanûnî, fikarên zêde çêkirin.

(fr)

ANHA