Foza Yûsif: Êriş neyên sekinandin dê guherîn çênebin

Foza Yûsif destnîşan kir ku dewleta Tirk bi “hincetên derew” êrişî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û got “Eger Tirkiye dest siyaseta xwe ya înkar û îmhayê bernede, nikare guhertinan pêk bîne.”

Foza Yûsif: Êriş neyên sekinandin dê guherîn çênebin
27 cotmeh, 2024   07:40
NAVENDA NÛÇEYAN 
CÎHAN BÎLGÎN

Endama Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û peyama Rêber Abdullah Ocalan, ji ANHA`yê re axivî. 

Foza Yûsif têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anî ziman ku ev encama berdewama siyaseta hovane ya li dijî gelê Kurd e û got: “Armanckirina bînesaziyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û qetilkirina jin, zarok û welatiyan sûcekî şer û mirovî ye.”

`BI HINCETÊN DEREW DIXWAZE ÊRIŞAN REWA BIKE`

Foza Yûsif destnîşan kir ku tu têkiliya çalakiya li Tirkiyeyê bi Rêveberiya Xweser re tune ye ku dewleta Tirk ve wek hinceta êrişan nîşan dide û got: “Dewleta Tirk bi hincetên derew dixwaze êrişên xwe yên hovane rewa bike. Têkiliya bi bûyerên li Tirkiyeyê bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re tune ye. Her çalakiyek li wir çêdibe dewleta Tirk êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Bi vê dixwaze ji hêzên tundraw re bingehekê ava bike û ji bo têkbirina Rêveberiya Xweser û dagirkirina herêmê wan çalak bike.”

`TAKTÎKÊ DIGUHERÎNE LÊ ARMANC NE GUHERTIN E`

Foza Yûsif bal kişand ser siyaseta dewleta Tirk û anî ziman ku dewleta Tirk li ser Kurdan taktîkan diguherîne lê armanca wê didome. Foza Yûsif got: “Hikumeta Tirkiyeyê di encama dualîtiya ku ji ber siyaseta xwe ya têkçûyî yê de ye, di nava tevliheviyekê de ye. Eger dest ji siyaseta xwe ya înkar û îmhayê bernede, nikare guhertinan pêk bîne. Tirkiye ji bo çareseriya pirsgirêkan, xwe dispêre vebijêrka leşkerî ku ev her têk çûye. Dewleta Tirk bi êrişên xwe yên dawîn piştrast dike ku taktîka xwe diguhere, lê stratejî û armanca xwe li ser Kurdan û herêmê neguhertiye.”

`GER DIXWAZIN PIRSGIRÊKÊ ÇARESER BIKIN DIVÊ MAFÊN KURDAN NAS BIKIN`

“Ger Tirkiye bixwaze pirsgirêkên xwe çareser bike divê mafên gelê Kurd û herêmê binasê.” Bi van gotinan Foza Yûsif wiha îşaret bi rêya çareseriyê kir û got: “Ev sed sal e li dijî hebûna gelê Kurd şer dike, ji bo serkeftinê her tişt bi kar aniye û firotiye, lê divê bizane ku nikare vîna gelê Kurd û gelan ji holê rake. Eger Tirkiye bixwaze pirsgirêkên xwe çareser bike, pêwîstî bi naskirina mafên gelê Kurd û mafên gelên herêmê heye. Tişta ku kir tenê bû sedema dûrbûn û nefreta gelan, lewra ne mimkûn e ku di van siyasetan de bi ser bikeve.”

Foza Yûsif diyar kir ku dewleta Tirk di hundir û derve de têk çûye û got: “Li dijî vê têkçûnê çi dibe bila bibe divê em yekitiya refên xwe xurttir bikin. Bi hevgirtî ax û rûmeta xwe biparêzin. Her êrişek li ser herêmekê êrişeke li dijî siberoja me ye.”

Di berdewama axaftina xwe de Foza Yûsif bêdengiya Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê jî nirxand û destnîşan kir ku ev bêdengî ji êrişan re bingehê ava dike. Foza Yûsif got: “Vekirina qada hewayî ji dewleta Tirk bi destûr û qebûlkirina van hêzan pêk tê, bang li wan dikin ku dawî li van polîtîkayên dualîtî û neheq ên li ser me bînin.”

DAXUYANIYÊN TIRKIYEYÊ

Foza Yûsif der barê daxuyaniyên dewleta Tirk ên ji bo Rêber Abdullah Ocalan û pirsgirêka Kurd de wiha axivî: “Armanca van gotinan bi çi niyetê be jî li dû xwe qebûlkirina van xalan pêk tîne; hilweşîna stratejiya Tirkiyeyê ya ku xwe dispêre rêya leşkerî, têkçûna siyaseta tecrîdê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, Rêber Ocalan yekemîn muxatebê aştiyê ye û mifteya çareseriyê jî di destî wî de ye û pirsgirêka Kurd bûye pirsgirêkeke herêmî û navneteweyî, Kurd bûne xwedî hêzeke stratejîk û bêyî Kurdan tu siyaset bi ser nakeve.”

Foza Yûsif destnîşan kir ku Tirkiye niha li ber du rêyan e; yan dê stratêjiya xwe der barê Kurdan de biguherîne, yan jî dê bikevê rewşa gelek dewletên li herêmê û got: “Recep Tayyîp Erdogan ku serokê Projeya Rojhilata Navîn a Mezin bû, dibe ku bibe hedefa wê projeyê. Ger bi aqilane pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane were çareserkirin, dê ev ji bo Komara Tirk bibe zayineke nû.”

`DÎSA GOTINA DAWÎN A RÊBER ABDULLAH OCALAN E`

Di 24`ê Cotmehê de piştî 44 mehan agahî ji Rêber Abdullah Ocalan hat wergirtin û peyama wî ji aliyê biraziyê wî Omer Ocalan ve hate parvekirin. Têkildarî pêyama Rêber Abdullah Ocalan, endama Desteya Serokatiyê ya PYD`ê Foza Yûsif wiha axivî: “Rewşa Rêber Abdullah Ocalan ne tenê bandorê li Kurdan, li herêmê û cîhanê jî dike. Ji ber vê yekê jî wergirtina agahiyan ji wî ji bo gelê herêmê girîng e. Naveroka peyamê diyar e; tevî hemû polîtîkayên dûrxistin, îzolekirinê dîsa gotina dawîn a wî ye û ev bandoreke mezin li ser gelên herêmê dike. Ji ber vê yekê, îdiayên ku dibêjin êdî bandora wî ne wek berê ye, ne rast in. Rêber Abdullah Ocalan wek muxatabê çareserî û aştiyê ye.”  

ANHA