Hêzên Ewlekariya Hundirîn bîlançoya êrişên roja 4ʹan aşkera kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bîlançoya êrişên îro yên dewleta Tirk a dagirker li dijî bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aşkera kir. Hêzan diyar kir ku di êrişên îro de 9 caran bi balafirên bêmirov û zêdetirî 130 guleyên hawan û obîsan herêm hat hedefgirtin, di encamê de 11 welatî birîndar bûn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bîlançoya êrişên roja 4ʹan aşkera kir
26 cotmeh, 2024   20:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bîlançoya êrişên sibeha şemiyê (26ʹê Cotmehê) ên dewleta Tirk a dagirker li ser herêm û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aşkera kirin. 

Li gorî bîlançoya ku Navenda Ragihandinê belav kiriye, piranî hedefgirtin bê ser û ber bûn, gelek top li nava gund û taxên şêniyan ketin.

Navendê diyar kir ku saet 08:40ʹê vê sibehê de balafireke bêmirov navenda Polîsên Leşkerî li taxa Meyselûn a Qamişloyê bombebaran kir.

 Her wiha balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker 3 caran navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li bajarê Amûdê bombebaran kirin, di encamê de 3 endamên hêzan û 4 sivîl birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker stasyona petrolê ya li gundê Gir Zîro yê herêma Koçerat, kargeha penêr û mast a li Dêrikê bi balafirên bêmirov bombebaran kir, di encamê de 3 karker birîndar bûn.

Her wiha bajar û gundên Tirbespiyê, Til Temir, Zirgan, Dêrik, Eyn Îsa û gundewarên wê bê ser û ber hatin hedefgirtin.

Gundên li Minbicê ji bakur heta bi Rojava ji vê sibehê heta niha hatin hedefgirtin, di encamê de li gundê Kawiklî yê Minbicê zarokek birîndar bû.

Li gundê Çelebiyê yê başûrê Kobanê balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker şîrketa Lavraj a Fransî bombebaran kir.

Dagirkeriyê li Herêma Şehba jî bi zêdetirî 60 guleyên hawan û obîsan bajarê Til Rifet û gundên derdorê hedef girtin.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê sûriyeyê 9 caran bi balafirên bêmirov û zêdetirî 130 guleyên hawan û obîsan hatin hedefgirtin.

(fr)

ANHA