‘Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna me berdewam e’

Şêniyên kantona Cizîrê kêfxweşiya der barê hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re anîn ziman, her wiha tezek kirin ku çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê bêyî azadiya fîzîkî ya Rêbertî ne pêkan e.

‘Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna me berdewam e’
27 cotmeh, 2024   02:40
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Serdana ku biraziyê Rêber Abdullah Ocalan, Omer Ocalan di 23’yê Cotmehê de bo Îmraliyê kiribû, ji hêla gelên herêmê ve bi geşbînî tê şopandin.

Der barê mijarê de welatiyên beşdarî merasîma oxirkirina şehîdên komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li stasyona Swêdiyeyê pêk anîbû, ji ajansa me re axivîn.

Dayîka şehîd Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa daxuyaniya Rêber Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê, tevî pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê, erênî nirxand û got: “Tevî pergala îşkence û qirkirinê, amadebûna xwe ji bo aştiyê nîşan dide, û deriyê diyalogê vedike ku ji rewşa pevçûn û tundûtûjiyê ya berdewam derbasî pêvajoya aştiyeke ku bi kêrî gelên tirk û kurd tê bibin."

Sûad destnîşan kir ku aştiya gelê Kurd û Tirk bi azadiya fîzîkî ya Rêberê Abdullah Ocalan ve girêdayî ye.

Esma Murad a ji bajarê Girkêlegê jî kêfxweşiya xwe ji hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re anî ziman û got, “Pergala qirkirin û îşkenceyê didome û ev yek nayê qebûlkirin.

Esma daxuyaniyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser aştiyê ku pergala îşkence û qirkirinê jî berdewam dike wek hewldana xapandinê nirxand û got: “Tirkiye tenê dikare xwe bixapîne. Têkoşîna me berdewam e, daxwaza me jî diyar e, bidawîkirina pergala qirkirin û îşkenceyê û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e."

Husam Hisên ji bajarê Çilaxa jî got: “Bêyî Rêber Abdullah Ocalan aştî nabe. Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk neyê em dest ji têkoşînê bernadin.”

Der barê mijarê de Rawaa El Celûd a ji bajarê Til Koçerê jî wiha got: “Bi bihîstina nûçeya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re û rewşa wî baş e, em kêfxweş bûn, lê em ê bêhtir kêfxweş bibin ku pergala  qirkirin û îşkenceya li ser wî bi dawî bibe.”

(k)

ANHA