Foruma Çandinî û avdanê bi encamnameyê dawî bû

Xebatên foruma diyalogê ya Desteya Çandinî û Avdanê bi encamnameyê bi dawî bû; ya herî girîng pêşxistina saktroa çandiniyê.

Foruma Çandinî û avdanê bi encamnameyê dawî bû
6 ÇILE, 2024   19:02
HESEKÊ

Vê sibehê bi diruşma ′Bi hev re ji bo bidestxistina çandiniya komînalî ya ekolojîk′ Desteya Çanindî û Avdanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê forumeke diyalogê li hola Şito ya Hesekê li dar xist.

Forum bi encamnameyekê bi dawî bû. Cîgirê Hevserokatiya Desteya Çandinî û Avdanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ehmed Yûnis encamname xwend.

Di 6′ê Çileya 2024′an de li gel rewşên zehmet ku Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê re derbas dibe, Desteya Çandinî û Avdanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê forumek li ser rewşa çandiniyê bi diruşma ′Bi hev re ji bo bidestxistina çandiniya komînal a ekolojîk′ li dar xist.

Her wiha hate destnîşankirin ku bûyerên li herêmê rû didin hîna li ser saktora çandiniyê ku stûna piştê ya aboriyê ye bandoreke mezin çêdikin, ji ber ku sinfên tovan têk dibin, kanalên avdanê wêran dikin, nexweşiyan belav dikin, lê li hemer vê yekê divê bi nîqaş û beşdariya komînalî civak ji karesatan were rizgarkirin.

Ji encamnameyên girîng ên forumê ev in:

Divê saktora çandiniyê dûrî aloziyên leşkerî û siyasî be

Divê teşwîq li ser bikaranîna enerjiya altarntîf hebe (enerjiya tavê) û rêbazên avdanê yên nûjen bên bikaranîn.

Pêdiviyên berhemdana çandiniyê ji mazot, semad û tovan bên dabînkirin.

Cureyên tovan di warê berxwedana wan a li hember nexweşiyan, kêzikên û teknolojiya dexlûdanan de bên lêkolînkirin, û cureyên ku şert û mercên hişkayî û şoriyê tehemûl dikin pêşve bibin.

Komîteyên avhewayê ji bo lêkolînên li ser guhartinên avhewayê werin vekirin, nexşeyek ji bo cureyên çandiniyê li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ji hêla desteyên zanîstî ya lêkolînan û saziya pirkirina tovan ve were danîn.

Bankên genetîk bi rêya pisporan werin avakirin, panelên çandinî werin lidarxistin û rêbaza çandiniya parastinê were teşwîqkirin.

Pêşbînkirina nexweşî û pandemiyên kêzikên bi rêya çavdêrî û pêşbînkirina li stasyonên avhewayê.

Aktîvkirina rola karantîna çandiniyê û rola kontrolkirina dermanan di dermanxaneyên çandiniyê de û birêxistinkirina xebata şîrketên di aliyê parastina nebatan de dixebitin.

Aktîfkirina bernameyên kontrolkirina hevgirtî ya nexweşî û pandemiyên kêzikan bi rêya rêbazên çandiniyê û rêbazên kontrolkirina biyolojîk û kîmyewî.

Avakirina laboratûwarek ji bo dijberên xwezayî ku bigihîjin hevsengiya jîngehê û avakirina dibistanên zeviyê ji hêla saziyên çandinî û avdanê ve.

Bikaranîna rêbazên avdanê yên nûjen da ku rezervên avê werin parastin.

Pêşxistina çavkaniyên mirovî bi rêya dewreyên perwerdehiyê

Rewşa avê ya binerd were lêkolînkirin û ji bo kolandina bîran dîsplînek were danîn.

Li gorî têgeha aboriya komînal a ekolojîk kopratîfa çandiniyê were aktîfkirin.

(fr)

ANHA