Li Minbicê bi sernavê"genetîk û ewlekariya embriyonan" semînerek hat dayîn

Meclisa Jinan a Sûriyeyê ya kantona Minbicê bi sernavê "genetîk û ewlekariya embriyonan" semînerek da.

Li Minbicê bi sernavê"genetîk û ewlekariya embriyonan" semînerek hat dayîn
Li Minbicê bi sernavê"genetîk û ewlekariya embriyonan" semînerek hat dayîn
Li Minbicê bi sernavê"genetîk û ewlekariya embriyonan" semînerek hat dayîn
Li Minbicê bi sernavê"genetîk û ewlekariya embriyonan" semînerek hat dayîn
6 ÇILE, 2024   19:14
MINBIC

Meclisa Jinan a Sûriyeyê ya kantona Minbicê li ser genetîk û ewlekariya embriyonan li hola pirtûkxaneya Mihemed Menla Xizêl a navenda bajêr semînerek da. Di semînerê de endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Mala Jinan a kantona Minbicê û jinên bajêr beşdar bûn.

Di semînerê de endama komîteya têkiliyan a Meclisa Jinan a Sûriyeyê Neqşiye Xelîl axivî û destnîşan kir ku sedemên genetîk dihêlin nexweşî û nesaxî di nav civakê de belav bibin ku hin caran ev nexweşî bi dijwarî tên dermankirin.

Neqşiye Xelîl genetîk wek komeke dîsplînên tevlihevbûyî bi nav kir ku ev zanist dikare alîkariya mirovan bike da ku xwe ji nexweşiyên bi sedema genan biparêzin.

Neqşiye Xelîl diyar kir ku sedema hilbijartina vê mijarê ew e ku zanista genetîk û bandora wê li ser mirovan bê şîrovekirin û got: "Em hewl didin jinan perwerde bikin û tenduristiya wan di warê zarokanînê de saxlem bikin."

(mh)

ANHA