‘Rakirina tecrîdê ji bo serxistina pêvajoya aştiyê pêdiviyeke‘

Rewşenbîrên ji bajarê Til Temirê gotin, rakirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan ji bo serxistina pêvajoya aştiyê pêdiviyek e.

 ‘Rakirina tecrîdê ji bo serxistina pêvajoya aştiyê pêdiviyeke‘
29 hezîran, 2026   02:35
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HEMAN

Rewşenbîrên ji bajarê Til Temirê Mihemed Nûr El Ehmed û Xedîce Asim El Îbrahîm banga rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan kirin û girîngiya banga wî ya aştiya anîn ziman.

Endamê Rêveberiya Nivîsgeha Yekitiya Rewşenbîran a Til Temirê Mihemed Nûr El Ehmed diyar kir ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji bo pêkanîna aştî, istiqrar û çareserkirina pirsgirêkên li Rojhilata Navîn gaveke girîng e û got,  ramanên Rêber Abdullah Ocalan hişt ku hişmendiya diyalogan  û demokrasiyê bê belavkirin.

Mihemed Nûr El Ehmed da zanîn hemû beşên civakê girîngiyê didin felsefeya Rêbertî ya neteweya demokratîk û jiyana hevbeş a di nava pêkhateyan de.

El Ehmed îşaret bi vê yekê kir ku berdewama ragirtina Rêbertî nikarîbû rê li ber belavkirina felsefeya wî bigirin û ramanên wî yên azad sînor derbas kirin. El Ehmed xwest ku “Mafê Hêviyê” yê Rêber Abdullah Ocalan were bicihanîn û derfet jê re were peydakirin da ku beşdarî hewledanên pêvajoya aştî, diyalogan bibe û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi awayekî aştiyane bibe.

El Ehmed destnîşan kir ku ji bo ku aştî û istiqrar li herêmê pêk bên, pêwîstî bi rêzdariya li hember mafê gelan û pêşxistina lihevkirina di nava pêkhateyan de heye. Her wiha got, diyaloga demokratîk rêya her guncaw a bidawîkirina şer, avakirina pêşerojeke aram e.

Endama Yekitiya Rewşenbîran a li Til Temir Xedîce Asim El Îbrahîm jî da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan di nava mercên tecrîdê de gelek caran banga aştiyê kirin. Banga wî ya dawîn a "Aştî û civaka demokratîk " jî wekî gaveke erênî ji bo bidawîkirina şeran û xurtkirina istiqrarê bi nav kir, lê dewleta Tirk di vê çarçoveyê de gav neavêtiye.

Xedîce El Îbrahîm diyar kir ku înîsiyatîfên ku wekî bersiv li beramberî banga aştiyê derketin, daxwaza ber bi çareseriyên aştiyane derxiste holê, lê ji hêla dewleta Tirk ve ji bo serketina pêvajoyê gavên tên xwestin nehate avêtin.

Xedîce daxwaza rakirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî "Di qonaxa heyî de diyalog û lihevkirinên siyasî yên girîng tên dîtin. Ji bo diyalog û pêvajoya aştiyê biserkeve, divê zemîna guncaw bê peydarkirin û firsendên danîna çareseriyên demokratîk bên zêdekirin."

(sb)

ANHA