Amerîkayê berpirsek Hîzbullaha Iraqê girt

Wezareta Dadê ya Amerîkayê ragihand ku wan berpirsek koma çekdar ya Ketîbeyên Hizbullaha Iraqê ya nêzîkî Îranê girtin.

Amerîkayê berpirsek Hîzbullaha Iraqê girt
16 gulan, 2026   10:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Dozgerê Giştî yê Herêma Başûr a New Yorkê Jay Clayton, bi daxuyaniyekê ragihand ku welatiyekî Iraqî yê bi navê Mihemed Baqir Seed Dawûd Seedî bi tometa tevlîbûna gelek êrişên li dijî berjewendiyên Amerîkayê, li Ewropayê hatiye girtin û bi mebesta darizandina ji ber hejmarek sûcên girêdayî terorê, veguhestine Amerîkayê.

Dozgerê Giştî yê Amerîkayê diyar kir ku sûcdar niha li Amerîkayê ye û bi şeş tohmetên fermî yên ku girêdayî çalakiyên ‘terorîstîne’ dê were darizandin.

Hêjayî gotinê ye ku Mihemed Baqir Seed Dawûd Seedî endamekî payebend û diyar ê koma çekdar a Ketîbeyên Hizbullaha Iraqî ye (ku ji aliyê Îranê ve tê piştgirîkirin) û tometa sereke ya ku li ser wî hatiye barkirin, pêşkêşkirina piştgiriya madî  ji bo rêxistineke biyanî ye. Di heman demê de ew bi rêxistinkirin, hemahengî an piştgirîkirina nêzîkî 20 êriş û hewldanên êrişan li deverên cuda yên Ewropa û Amerîkayê tê tohmetbarkirin ku di nav wan de hewldana kuştina kesên li hundirê xaka Amerîkayê jî heye.