`Fikrê Rêber ji bo gelên Rojhilata Navîn rêya xilasiyê ye`

Nivîskar Îslam Deyf destnîşan kir ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan nûnertiya tevahî gelan dike û got: "Ev fikr di serkeftina tecrubeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, îsbat kir ku dikare ji aloziyên li herêmê re bibe çareserî.′′

`Fikrê Rêber ji bo gelên Rojhilata Navîn rêya xilasiyê ye`
20 mijdar, 2023   04:06
HELEB
MIHEMED EBDO

Nivîskarê ji Misirê Îslam Deyf destpêka axaftina xwe berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li hember êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker û berxwedana jinan silav kir. 

Îslam Deyf anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker di nava bêdengiya sazî û civaka navneteweyî de êrişên xwe li ser herêmê didomîne û got, ′′Ev bêdengî nîşaneya erêkirina binpêkirina azadiya gelan e."

Deyf bang li gelên azadîxwaz kir ku piştgiriya gelên herêmê û gelê Xezayê bikin.

Li gorî nivîskar Deyf, Komploya Navneteweyî ji bûyerên li Rojhilta Navîn ne cuda ye, lê belê rewşa herêmê ya piştî destpêkirina komployê, rave dike. Her wiha got, armanca komployê bi revandina Rêber Abdullah Ocalan, tunekirina Tevgera Rizgariyê ya Kurdistanê bû.

Deyf diyar kir ku projeya neteweya demokratîk rêya herî guncaw ya rizgarkirina gelên Rojhilata Navîn e û wiha got: "Cudahiya şoreşa Tevgera Rizgariya Kurdistanê ji şoreşên din ên Kurdan, ew e ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê projeyeke ne neteweperestî pêşkêş dike. Ev proje li ser bingeha pirrengiyê û neteweya demokratîk e ku xizmeta tevahî gelan dike. Porjeya Tevgera Rizgariya Kurdistanê ji bo rizgarkirina gelên Rojhilata Navîn bi giştî çareseriya herî guncaw e. Lê hêzên emperyalîst ev proje wekî xetereyekê li ser hegemoya xwe dît, lew ra Rêbertî revand da ku vê projeyê têk bibin."

Deyf, bal kişand ser girîngiya ku Rêber Abdullah Ocalan daye ciwan û jinan û got: “Fikrê Rêbertî di têkoşîna li hemberî DAIŞ û têkbirina wê de, her wiha di sekna li hemberî çeteyan û pergala faşîst de berhem da."

Nivîskar Îslam Deyf daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: ′′Di rastiyê de em li Rojhilateke Navîn dijîn ku ji halketî û bûyeran tijî ye, tê de hêzên faşîst komployan pêk tînin. Li ser vê esasê em banga azadiya Rêber Abdullah Ocalan dikin, siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û ferzkirina tecrîdê red dikin.”

(şx)

ANHA