′Heta Rêber Abdullah Ocalan azad dibe, dê têkoşîn bidome′

Meşvanên Azadiyê yên ku gihiştin Gemlîkê, destnîşan kir ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk tê, wê têkoşîn bidome.

′Heta Rêber Abdullah Ocalan azad dibe, dê têkoşîn bidome′
19 mijdar 2023   20:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), Komeleya Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Mirovahiyê Windakirin re (MEBYA-DER) û Federasyona Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) ber bi navçeya Gemlîk a Bûrsayê ve Meşa Azadiyê hat lidarxistin.

Tevî gelek astengkirinan û rewşa nebaş a hewayî jî Meşvanên Azadiyê xwe gihandin Gemlîkê. Di meşê de hat xwestin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe û pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin. Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek, Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir û gelek kesên din piştî meşê daxuyanî dan.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku tecrîd êdî veguheriye rejîmekê. Uçar, got ku dê têkoşîna wan a li dijî tecrîdê bidome û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me, Meşa Azadiyê ku ji bo çûna Gemlîkê dabû destpêkirin îro li vir temam kir. Gelê me, ji bo demokrasî were vî welatî û ji bo li seranserî Rojhilata Navîn aştî çêbibe tevî dorpêç û zexta dewletê jî dev ji meşê berneda. Em îro li gel hevalan li Gemlîkê ne. Em li vir bang dikin; li vî welatî heqîqeta herî girîng pirsgirêka kurd e. Îktîdara heyî hewl dide bi rêya polîtîkayên şer û tecrîdê, sedsala nû jî veguherîne sedsala bişaftin û qirkirinê.”

Uçar, axaftina xwe wiha qedand: “Em ê nehêlin tecrîd bibe rejîmek. Tekane kesê ji bo demokrasî, wekhevî û azadiyê xwedî proje birêz Ocalan e. Heta ku em ji hêla fîzîkî ve azad dikin jî em ê dev ji têkoşînê bernedin. Di vê mijarê de ez spasiya hemû hevalên ku ked dayîne dikim. Çalakiya me gihişt armanca xwe. Dê têkoşîna me ya li dijî faşîzmê bidome.”