Aloziya aboriyê ya li herêmên hikumeta Şamê her ku diçe kûrtir dibe

Li herêmên hikumeta Şamê aloziya aboriyê her ku diçe kûrtir dibe. Bi hatina zivistanê re piraniya welatiyan nikarin mazotê peyda bikin. Li gelê wî pêdiviyên xwarinê buha ne.

Aloziya aboriyê ya li herêmên hikumeta Şamê her ku diçe kûrtir dibe
20 mijdar, 2023   06:35
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Li herêmên hikumeta Şamê aloziya aborî her diçe kûrtir dibe. Hikumet jî bi îsrar e dev ji hişmendiya xwe bernade û tenê biryaran dide ku desthilatdar û bazirganên krîzê sûdê jê digirin. Bi hatina zivistanê re kêmbûna sotemeniyê zehmetiyên welatiyan zêdetir dibe. Hikumet jî tu çareseriyan pêşkêş nake.

Hikumeta Şamê salane 50 lître mazot a ji bo germkirinê li her malbatekê belav dike, her lîtreyekê bi 700 lîreyên Sûriyeyê ye. Ev miqdar têra çend rojan tenê dike. Welatiyên ku derfetên wan hebin, neçar dibin her lîtreyek mazot bi 14-15 hezar lîreyan ji sûka reş bikirin, lê welatiyên aboriya wan lawaz bi betaniyan xwe ji sermayê diparêzin.

Welatiyên li herêmên hikumeta Şamê her 100 rojan carekê tupên gazên bi dest xistin, buhayê her tûpekê 15 hezar lîreyên Sûriyê ye; lê li sûkên reş bi 150 hezar lîreyan e.  Her wiha lîtreyeke benzîn bi 8 hezar lîreyan e û li sûkên reş bi 12 hezar lîreyan e. Ev yek bandoreke rasterast li tevgera erebeyan dike ku lêçûna veguhestina (Teksî) gelekî buha bûye.

Welatiyên li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de, hikumetê berpirsê bihabûn, gendeliya di nav saziyan de, dizîna ji gel, qaçaxçîtiya madeyên hişbirê û standina pereyan ji welatiyan dibînin. Welatiyan her wiha bazirganên krîzê ku têkiliya wan a rasterast bi berpirsên hikumeta Şamê re heye bi zêdekirina buhayê xwarinê berpirs dibînin. Ji ber vê yekê rewşa jiyanê paş dikeve û dibe sedema penaberiyê.

Paşketina rewşa jiyanê û ya aborî hemwextî têkçûna nirxê lîreya Sûriyeyê li hemberî doloar e, ku her dolareke amerîkî nêzî 14 hezar lîreyên Sûriyeye dike.

BUHAYÊ HIN PÊDIVIYAN

Welatiyên li Şamê ji ajansa me re da zanîn ku paketek hêkan bi 60 hezar lîreyan, kîloya mast  bi 9 hezaran, kîloyeke penêr bi 40 hezarî ye û ya mûzan bi 25 hezar lîreyan e. Welatiyan her wiha da zanîn ku ji sedî tenê 10 niştecihên fêkiyan dikirin û ji 3 mehan de piraniya karmendan êdî nikarin goştê mirîşkan bikirin ku her kîloyek bi 50 hezar lîreyan e.  Lîtreya zeyta berberojê bi 25 hezaran û ya zeyta zeytûnan bi 80 hezar lîreyan e.

Her wiha kîloya goştê çêlekan bi 120 hezar lîreyan e û yê pez 140-170 hezar lîre ye. Hemwextî wê muçeya karmendên hikumeta Şamê 200-300 hezar lîreyên Sûriyeyê ye an ku bi qasî buhayê kîloyek goşt û mirîşkekê ye.

Welatiyekî ji Şamê ku nexwest navê xwe aşkare bike ji ajansa me re got: "Karmendên hikumeta Şamê êdî hefteyê tenê rojekê kar dikin, ên ku rojane kar dikin piraniya wan bi rêya karê xwe gendeliyê û girtina pereyan bi rêbazên nerewa dikin. Eger ew karmend ji ber karê wan ê kêm bên astengkirin, ew îstîfa dibin yan destûra salekê bê muçe dixwazin. Êdî saziyên hikumetê têk diçin û  ji sedî nêzî 70 ji karmendan kar nakin. Ji sedî  tenê 30 kar dikin ew ji ber ku ew sûdê ji gendeliyê digirin."

 (mh)

ANHA